30 Nisan 2018 Pazartesi

REWŞA KARKERÊN KURD MEMDUH SELİM BEG

Di wê demê da gelek karkerên Kurd jî li Stanbolê hebûne Piranîya wan kar- keran piştîvan bûne Hin kesên kedxur ên çawekirî xebitîne ku wan karke- rên Kurd bixapînin û keda destê wan bixun. "Jîn" di her du jimareyên xwe yên paşîn da li ser rewşa wan karkeran jî sekinîye û di wî babetî da du nivîsar belav kirine Di nivîsara pêşîn da weha hatîye gotin:( "Li Stanbolê ji çend sal bere ve qolonîyeka Kurd pêkhatîye, ev qolonî îro jî heye.Ên ku ev qolonî pêkanîne karkerên Kurd in; ew karkerên Kurd ku hin kesen dî navê wan 'piştîvan' danîne Ev ciwamêrên ha, ji hêlên Kurdis¬ tane yên cure-cure hatine vir da ku rizqê xwe û malbatên xwe qazanc bikin. Rebenan, li vir bi awayekî tewr namûskarkî dixebitin, ji sibê heta êvarê bi xweydana enîya xwe dixebitin, kefte-left dikin û dihingivin". Di nivîsarê da paşê hatîye ragîhandin ku hin kesên wek sernivîskarê rojna- ma "Alemdar" Refî Cewad û serkarê wê rojnamê Ehmed Qedrî, xwestine ku wan karkerên Kurd bixapînin û bi sendîqa xwe ve girêdin. Nivîsara diduyan bi îmza "M.S." (Memdûh Selîm) û bi sernivîsara "Qalên Neteweyî-Civakî: Karkerên Kurd li Stanbolê (Millî-İctimaî Mebahis: İstan¬ bul'da Kürd Amelesi) derketîye Em di despêka wê nivîsarê da van rêzên jêrîn dixwînin: "Ev netewe çi qas bêkes e ku stûyê xwe daye destê kesên wek Refî Cewad û Ehmed Qedrî; ew mirov jî çi qas çavvekirî ne ku karîne misaletê 5-10 hezar kesî bibin ew 5-10
hezar kes ku unsurekî xebatkar ê neteweyê Kurdê gewre ne Divê ku mirov li ser alîyê civakîyê vê şolê bifikire Ew propagande- yên xêrnexwazkî yên ku Refî Cewad Begê di Komela Piştîvanan da kiribûn, me di jimareya xwe ya bere da tehlîl kiribûn. Ev mirovên namûskar ên ku li welatekî dî qolonîyeka karkerên neteweyê Kurd pêkanîne, heta nuha ji bil Kurdan û ji bil ciwanên Kurd her kes bi wan ra meşxûl bûye Cîyên ku ew lê dijîn jî, seren wan jî, heta nuha kî dizane ku çi qas ji propagandeyên liştan ra bûne meydan”.
Nivîsar paşê weha dom dike:
"Kesen wek Refî Cewad Begê û pehlewan Qedrî Efendî, divê ku fam bikin ku, ew ne di mewqîyekî wisa da ne ku tekile ked û qazanc û heq û wezîfa Kür¬ deki bibin. Divê ku her karkerekî Kurd jî biryar bide ku êdî ew ne mec¬ bur e qumarleyzan û şantajkaran xwedî bike; û divê ku baş bizane ku xeyn ji wî, heqê kesek tüne ku ji bere keda wî îstîfade bike Rewşa Kurdan heta nuha wek rewşa zevîyek bû ku ava wê, axa wê û darên wê ji her kesî ra helal bûn. Belam divê ku Kurd êdî xwe ji vê rewşê derxin". Nivîskar ji tevgera karkeran jî gazin kirîye ku cima di heqê karkerên Kurd da bêdeng maye; paşê peyv anîye ser bêdengîya Kurdan bi xwe, ji wan jî weha gazin kirîye: "Heta nuha, kesên ku serê xwe û zimanê xwe kêmtirîn bi van karkeran ra betilandine em bûne, Kurd bi xwe bûne, ciwanên Kurd bûne Ji ber ku em bê- deng mane, kesen dî gotine qey ku em reben in; loma jî cesaret girtine, tim li nava serê me xistine û nanê me ji deste me standine Bi kurtî, em dixwazin bêjin ku, divê ku em bi karkerên Kurd ra meşxûl bibin da ku bîyanî tilîyên xwe nexin nava wan".  Belam mixabin ku "Jîn" piste wê jimareyê êdî derneketîye, qadroya wê jî mecal û fersend û zeman nedîtîye ku bi rewşa karkerên Kurd ra meşxûl bibe..

Memduh Selîm Beg/Kovara Jin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder