Fehmîyê ku bi navê Fehmîyê Bîlal tê naskirin teqrîben sedsalek berê, li Licê ji dayik bûye. Navê bavê wî Bîlal e. Bîlal di dema Osmanîyan da jîyaye û di ordîya wan de zabît bûye. Ji wan re dibên mala Mela Xeyrullah. Fehmî dema ciwaniya xwe da li Cizîrê tahrîrat katibî bûye û di pey ra jî li Licê memurtîya tapûyê kirîye.
Li gor zanîna min piştî hedîsa Şêx Seîd, ew jî wekî hinek şêx û begên Şerqê hate warger(surgûn) kirin. Demekî dirêj li Îspartayê surgûn ma heta sala 1967an. Ew di vê salê da êdî bibû kalekî hilhilî. Ji Îspartayê hate Diyarbekirê, xwe li mirinê dinetirand. Piştî vergerê ji çend meh şûnde felc bû. Demekî li Nexweşxana Nimûnê ya Diyarbekirê raza, lê tu encam negirt, laşê wî yê aliyê rastê bêgan mabû. Çend rojekî li otêla yekî Licî ma. Ji bo ku nedixwest yek jê dilgiran bibe, xwe şewitan da ku dawî li jiyana xwe bîne. Lê biserneket û dîsa çû nexweşxanê. Hinek baş bû û îca wî anîn otêla bi navê Ankara Otêlî ku kirêkarê wê yekê Çêrmugî bû. Xizmeta wî xelkê dikir. Yek ji wan ê ku xizmeta wî dikirin ez bûm. Yek şevan min jê re xwarin dibir û pêdiviyên wî heba min hindî hêza xwe pêk dianiya. Cilên wî dibir malê bo şûştine. Şevekî ez çûm hinda wî ku nikare xeber bide. Min li pey serê wî hebên xewê dîtin Û min li qutîya heban mêzekir ku vala ye, lê qutî hêj taze vebûbû. Tu mebêj beriya min yek çûye hinda wî û ji wî re dibêje “kurê min tu dikarî ji min re hebê xewê bînî, xewa min nayê”. Mêrik jî bi dilê xwe yê saf diçe jê re paketkî heb tîne. Dema ku ez giham ser min famkir ku wan heban tevan bi carek daqultandine. Ez çûm min mast hanî û bi kevçiyan da devî. Qasê nîv saet paşê êdî bixeberdanê ket. Hiş hate serî. Ev cara duyemîn bû ku dixwest dawî li jîyana xwe bîne.
Du şev li pey vê bûyerê min jê hêvî kir ku ji min re destpêkirin û dawîlêhatina hadîsa Şêx Seîd bêje. Her çend Fehmî Bîlal felc bibû jî hişê wî tevnegeryabû. Tiştên ku dîtibûn û derbas kiribûn, wek ku do bibe, tev di bîra wî da bûn. Me tevan jê re digot “xalo”. Beriya ku ez jê hêvî bikim, min eva jê pirsî: “Xalo ma te qet tebakî nenivîsî serhatiyê xwe, yan jî hinek berhemên xwe?” Go: ” Belê ewan ê ku min nivisî, çend sal berê min dabûn hinda yekê Farqînî, lê mixabin dema ku min jê xwestin go xalo ji min negere, ji tirsan min tevan avêtin sobê û şewitandin. Li pey wê jî êdî derfetekî ji bo ku ez ji nû ve binivsînim bi dest min neket.” Xalo ji min re got îşev êdî dereng e, şevekî dî parî zû were, ez ê ji te re bikûrtî hadîsê bêjim.
Kete şeva dî ez parî zû çûme hinda wî. Min pêdivîyên wî pêk anîn û ez li cem wî rûniştim. Ji min re got “Tu amadeyî ji bo guhdarîkirnê ra?” Min got “Belê”. Wî gote “Di sala 1921ê da Komeleya Îstiqlal a Kurdistanê hate avakirin. Di nav zemanekî kurt de li tevê herêmê rêxistin bû lê ne bi eşkera bûn. Li Diyarbekirê Dr. Fuad serokatiya vê komelê dikir. Ez jî yek ji endamên wê bûm. Di dawiya meha yekê ya 1925an da êvarekî ez hatim malê ku Fatoya diya Mihemed Eliyê Kendeşî wa ye li mala me ye. Min lê pirsî û paşê min gote halê Mihemd Elî çawa ye? Got “Baş e, lêbelê mahkûm e. Wî min şande û gelekî silav li te kir û hêvîkî ji te dikir ji bo tu du roj paşê biçî DÝyarbekir û di dêla wî da têkevî mehkema wî, doz doza erdan e; a ku di nava me û mala begekî Dîyarbekirê da didomîne.” Xalo got, ez gelek aciz bûm. Min got “Vî zivistanê ma kes li Diyarbekirê tunebûn ku vê şixulê pêk bîne, tu hatî heta Licê Fato?” Got: “Ez pîrek im, kî nas dikim?” “Di vê navberê da diya min berê xwe da min û got: Şerm e, Fato heta bi vira hatiye û hatiye mala me, divê tu herî. Êdî peyv ji min re nema. Min gote başe ez ê herim. Roja dî em çûn Kendeşê gundê wan û ji wir jî ez çûm Diyarbekirê. Ew şev ez bûm mêvanê miftî Omer Efendî. Serê sibê ez zû rabûm min diva ku berê ez herime ziyaretiya Dr. Fuad û hêj herime dadgehê. Roj hê nûh hilhatibû, ez di sûka Melîk Ehmedê da diçûm. Dikan hê yek heban vebûbûn. Min dî dikanekî qapaxekî deriyê wî vekiriye û di hundir da yek wa ye xeberê Cumhûriyetê dide. Ez matmayî mam. Ji min re bû xem, ez çûm dikanê ku Şêx Tahirê birayê Şêx Seîd e. Wan tebayên ku ji dikan sendiye ji berêkê ve dike heqîbê û ji berêkê ve xeberan dide. Xwedanê dikanê li piyan wer bi çavekî tirsî lê dinêre. Min gote Tahir tu dîn bûyî, ku vêga polêsekî yan jî bekçîkî di vir da derbas be wê çi were serê te, herhalde tu nizanî? Şêx Tahir got “Fehmî tu ji ku derketî?” Wê gavê xortekî bi kefî û egal jî li wê derê bû. Wî xortî got “Fehmîyê Bîlal ev e Şêx Tahir?”. Wî gote belê. Ew xort jî zivirî got “Ez li te digerim, kerem ke em herin”. Em hatin derve min got “Tu kî yî ?” Got “Ez Mehdî me, birayê şêx Seîd, ez hatim Licê mala we, diya te got çûye Diyarbekir”. Min got “Xêr e?” Got: “Kekê min mektubekî ji ter e şiyandiye û ev e mektuba wî ye.” Xwest derxîne, min got acele meke, em herin ciyekî minasib hêj derxe. Em çûn muayenexana Dr. Fuad. Du hevalên wî li nik wî bûn, xerhatin da me û got “Xêr e, vî di sermayê da tu hatî bajêr?” Min got: “Ev feqî newxweş e, divê tu wî muayene bikî”. Wî got: “De rûnin heta mêhvan herin”. Qasekî şûnde mêhvan çûn û hê ji min pirsî. Min ji Mehdî re got “Ka mektubê derxe”. Mehdî mektûb derxist û da destê Dr. Fuad. Diqtor mektub wer bi dilekî kûr ve xwend û paşê da dest min û min jî xwend. Di mektûbê de Şêx Efendî dinivîsand “Malumê cenabê we ye jî, çendekî berê Xalid Begî girtin û wî birin Bedlîsê. Heftekî berê qayme- qamê Kela Xunusê ji min re xeber şand û xwedêgiravî ji min hêvî kiribû dema ku roja înê ez bo nimêjê herim mizgefta Xunusê, piştî nimêjê serîkî li daîra qaymeqam bixim, da ku sohbetekî bi min re bike. Di rastiyê de ev ne sohbet û ne jî vexwendina sohbetê bû, dixwestin min jî wekî Xalid Begî bigrin bibin Bedlîsê. Pîlan ew bû ku berê înê mifrezekî siwarî ji Erzromê bi rê dikeve û wê roja înê were Xunusê. Dema ku ez herim hinda qaymeqam, wê min bigrin û bibin. Ev mifreze tê gundê Teşkesenê û li nav gund belav dibin. Amirê wê mifrezê yûzbaşîyek e. Ew dibe mêhvanê şêxekî û piştî şîvê şêx jê dipirsê dibêje “Yûzbaşî xêr e, vî zivistanê hûn bi ser berfê ketine?” Yûzbaşî dibêje: “Sibê wê Şêx Seîd were qaymeqamlixê, em ê wî bigrin bibin Bedlîsê.” Dema razanê tê, Yûzbaşî dibêje şêx efendî tu jî here razê. Şêx dertê diçe merivekî xwe ji xewê radike, mektubekî dinivisîne dide wî merivî û dibêje tu vî mektubî bibî bigehînî Şêx Seîd, hêj ku nehatibe Xûnusê. Mêrik bi lez û bez diçe Qolhesarê, gundê ku Şêx lê dimîne, lê hîn nagîje gund li nêzîkê Xûnusê rastê Şêx û civata li pey tê. Mektûbê dide Şêx, Şêx mektubê dixweyne û êdî naçe mizgefta Xûnusê. Di binîya Xûnusê da gundekî bi navê Erusê heye, Şêx li wir nimêja înê dike û vedigere diçe. Roja dinê bi çend çekdaran ve ji gund dertê û berê xwe dide Çebaxçûrê û tê heta digîhe Darayenî. Gelek çekdar tevî wî dibin û li wir mektûbek dinivisîne dide birayê xwe Şêx Mehdîn, dibêje “Here Licê hinda Fehmî û bira bi te re were Diyarbekirê û bi hev re herin hinda Dr. Fuad ka emrê wî çi ye?”. Piştî ku min jî mektubê xwend. Dr. Fuad vegerya got “Xorto here ji birayê xwe re bêje bira wan çekdarên dora xwe bişîne malên wan û ew bi tenê here herema Siwanê li gundekî bicî bibe, býla kes pê nizanibe heta buharê.”
Piştî ku Mehdîn xatir xwest û çû, qasekî ma ji min re got “Fehmî, ev nebû, çavê min ji vî xortî nabire ku karibe vî karî pêk bîne, tu here çawa dikî bike bira Şêx bi tenê here herêma Siwanê.” Min got “Ez hatime têkevim dadgehê ji bo doza Mehmed Elî û mala Barutçîn. Doza erdan e.” Wî got: “De rûne” di wê navberê de şiyand pey Qadrî Begê mala Cemîl Paşa û jê re got “Divê tu di dewsa Fehmî da biçî dadgehê, Fehmî wê biçe îşekî dî bibîne. Qedrî Begî got “Baş e, ez ê biçim.” Qedrî Beg çû û ez jî bi rê ketim.
Wê demê Çemê Dîjlê qeşa girtibû, ez bi siwarî di ser ra derbas bûm. Heta derengê şevê ez giham gundê Îyîbanê ku di bin milkîyeta min de bûn. Ez çûm mala nazirê xwe, mi jê re got divê tu hespê baş têr bikî û sibê zû xurînî ji min ra hazir bikî ku ez zû herim. Nazir çû alif bide hespê, ez jî razam. Şefeqê zû gazî min kir, ez rabûm bi rê ketim û rast çûm Darayenî. Lê di nîvê rê da ku jê re dibên Qayma Reş, liqê Şêx û çekdarên pê re bûm û ku bi beyt û selawatan dihatin. Êdî keysa xeberdanê çênebû. Em hatin Licê, wan çekdaran tev li nav Licê belav bûn. Xelkê wan bir mêhvandariya xwe û Şêx jî bû mêhvanê Mehmed Begê. Çend mêhvanên min jî çêbûn. Piştê şîvê em çûn ba Şêx, heta dema razanê li wir man. Dema razanê min mêhvanên xwe anîn malê, ew ketin xewê û ez rabûm çûm hinda Şêx. Şêx û Mehdiyê birayê xwe bi tenê li odê mabûn. Şêx gote Mehdî “Here ber derî, yek neyê gohdariya me.” Ku Mehdî çû, Şêx got “Bêje Doqtor got çi?” Min go “Ma Mehdî ji te re negotiye?” Got “Belê, lê min divê ku ji devê te seh bikim.” Êdî emrê ku Doqtor dabûn min jê re got. Wî gote “Baş e.” Bû serê sibê, em çûn wan bi rê kin, Şêx li dervayê Licê gote wan çekdaran “Her kes herin mala xwe.” Tevan xatir xwestin û belav bûn. Şêx û du siwar bi tenê diçin û digêhin binê gundê Biryasê, Şêx Tahirê birê wî digel du rûsipîyên Serdî tên pêşiya Şêx û ji wî hêvî dikin ku şevekî bibe mêhvanê wan, yanê biçe Serdî. Pir hêvî dikin û Şêx dibêje “De baş e, ezê ji vir herime Siwanê.” Ew şev li Serdê dimînin û serê sibê hew dibînin ku Salih Begê Hênê digel çend siwaran hatin Serdê. Salih Beg dibê “Şêxê min divê tu şevekî werî mêhvaniya min jî.” Bo vê gelekî lava dikin û rojtira dî şêx diçe Hênê jî. Roja dî Şêx Evdirehîmê birayê wî û digel hinek giregirên Pîranê têne Hênê. Îca ew dibêjin divê tu şevekî bêy Pîranê û bibî mêhvanê me jî, hêj ji wir biçî. Şêx wan jî naşkîne diçe Pîranê û ew bûyera ne bi xêr li wir diqewime.”
Min hazirîya vegerê kir ku werim ji Dr.Fuad re bêjim min emrê te pêk anî. Min hesp anî der li ber kevirê siwarîyê, ez daketim ser kevir min lingê xwe kire zengû û dikir ku siwarê hespê bim, min dî yekî bi dimilî got “Qurban han ji te re mektuba Şêx.” Lê ew meriv bi çek bûn, dilê min wek camek şikiya. Ji hêrsan min gotin ji mêrik ra gotin. Ez hinek li ser pişta hespê mam, lê tû çarekî min nema. Ez mam bêgav, min xatir ji malê xwest û bi rê ketim. Ez hatim hinda gundê Elîbardaxan gihame Şêx. Em hatin gundekî jêr digotin Dêrimtêç. Ew şev çekdarên Şêx Diyarbekir dorpêç kirine. Piştî şevekî şêxekî Qerejdaxê digel gelek çekdaran ve hatin hinda Şêx û gotin em jî di emrê te da ne. Min got “Şêx’im, ku ez bim bila ev çekdarên Şêx li dora sûra bajêr bisekinin, ji bo ku leşkerê bajêr dernekevin der. Em jî derbasî sûrê bibin ji bo ku Fransiz alîkariya me ya çekên giran bikin. Em bi van tifingên eynelî nikarin li hember ordîya çekdar xwe biparêzin. Ji wir ve tir jî hêzekî çekdar bişîne rûbarê Qerejdaxê. Ji bo ku ji rojavayê ve Alaya Siwarî ya Siwêrekê nikaribe bê vê alî. Ev daxwaza min nehate qebûlkirin. Hew çekdaran şandin hêla Siwêrekê. Cývata Şêx belav bû û em her kes çûn malê mazûvanê xwe. Dema ku em ê têkevin nava cî, Kazimê birayê min hat hinda min û got “Kekê civata me ewha biryar da ku sibê Diyarbekir berdest bibe û ez dê bibim mudirê Banka Zîraetê.” Ez keniyam û min got “Tu hespê me baş têr bike, hespê kî têr be, ew ê xwe xelas bike. Lewre bajarekî wek Diyarbekir bi tifingên eynelî nayête girtin. Her çekdarekî çend deste fîşek digel wan in, ew ê bavêjin, dema qediyan tifeng dibe darekî di dest wan de dimîne.” Bû sibê em hatin nêzîkê Qadiyan, peyakî tifinga wî li ser milî bû ber bi Têrkan ve diçû, min gazî kir got “Xorto kûda?”, got “Tifing bûye dar, gule qediyan de herin bêçek çawan bajêr tête girtin!..” Ez zivirîm ser Kazim min got “Te dît.”
Çekdar ji dora Diyarbekirê ve hilkişyabûn, tev hatibûn ber bi Tilelo. Li wir civiyabûn, benda Şêx sekinîbûn. Ji bajêr gullê topan dihat digehîşte Tilelo. Disa li wir min got “Şêx, em herne Sûryê.” Salih Begî got “Em herine çiyan çekdaran berhev bikin.” Min got “Ev ne îşê çîya û çekdaran e, çekdarên ku hebûn tev hatin. Werin bi gotina min bikin; em herne xeta Fransayê yanî herne Sûryê eger em neçin em dê tev werin kuştin.” Vê carê jî weke ya êvarê gotina min pere nekir. Êdî em ber bi çiyan ve hildikişyan. Ez û birayê xwe çûn gehîştin Licê. Lê ji bo ewlehiya xwe em neçûn nava Licê, em daketin çiyayê pişta Licê. Ew şev em bûn mêvanê Salihê mala Dobir. Bû sibê Salih got ” Ez ê herim nava Licê bo nimêja înê û binêrim hela tevgera hikumetê di çi halî de ye.” Salih çû û min qasekî şûnda Kazim li pey wî şande diyarê çîya. Min got çavnêriya Salih bike, dema ku ji Licê zivirî ka bi tenê ye yan pêre leşker filan tunebin. Te dî çi dibe çi nabe. Kete dana êvarê Salih hat. Min got “Salih çi hebû li Licê?” Got balafirê kaxiz avêtiye û gotiye bila kesekÎ bi cîkî ve neçe. Sûcdar hew Şêx û dû-sê hebê dinê ne. Her kes li kar û îşê xwe binêre. Kete piştê esrê em çûn Xincisê. Xincis taxekî Licê ye. Lêbelê du kîlometir jê dûr e. Em li malek bûn mêhvan. Ji bo ku ez xeber bişînim ji Tahir Axa ra, Xoce Abdulhemîd û hinkî dinê ra, da ku werin em herne Sûryê. Bersiva tevan ev bû gotin waye balifirê kaxiz belav kiriye û tê de gotine kesekî neçin cîkî, tu kesekî sûcdar nahête dîtin. Li ser vê bersîvê min hêviya xwe ji wan birî. Ez û birayê xwe piştê şîvê em birê ketin û çûn. Heta em gehîştin Kendeşê, bû serê sibê. Me dî ku Cemîlê Seyda jî wa ye li wir e. Mebêj ew jî wê here Sûryeyê. Ew roj heta bû hêvar em li wir man. Îca em bûn sê kes. Em gihan ba çemê Dîjlê me dî ku çem gelekî bilind bûye. Mi got “Cemîl de li avê bixe, mêze bike ka av bûhûr dide yan nade.” Cemîl got min “Maşallah(!) hûn dido ne, ez yek im, bira Kazim li avê bixe. Eger av wî bibe dê tu bimînî, lê ez ku herim hûn her du jî dê bimînin.” Paşê Kazim li avê xist û derbasî wî alî bû û hêj me herduwan li avê xist. Em bi şefeqê ra gihan gundekî Mazîdaxê. Em çûn mala muxtar Cemîl. Got eviya Xelîl Çawîş e û ev jî zeftiyên wî ne. Hinek xwarin dane me û em ji wir çûn binê xetê. Piştî ku em derbasî binê xetê bûn û hinekî çûn, em rastî konekî mezin hatin. Ji bo ku em parîkî bîhna xwe bidin, li ber konê hatin xwarê û serê hespên me girtin girêdan; me dît ku ereb in. Qasê ku me cixarekî kêşand min dît ku tevgerên wan nebaş in. Mêrekî navsere ku mezinê wan bû, bi erebî ji her du kurên xwe ra gote “Evana revoke ne, dema nanxwarinê em ê wan bigrin, hesp û sîlehên wan ji me ra dimînin. Em wan bidin tirkan belkî pere jî bidine me.” Wan nizanibû ku ez erebî fam dikim. Min gote Cemîl “Tu bi mahna destmêjê rabe û bi çeka xwe ve here, ewana çavê wan li kuştina me ne. Tu derketî berê tifingê bide wan û ji me re jî bêje rabin.” Cemîl bi qesta xwe givaşte serhev û gote wan mýsîn bînin ez ê herim destava xwe xweş bikim. Ewan av anîn û Cemîl bi dûr ket û gule da devê tifingê gote wan “Xwe tev nedin”. Ew tev man di cî da û ez û Kazim rabûn, me hespê Cemîl jî girt û em ji wir dûr ketin. Li pêşiya me gundekî kurdan hebû em çûn li wî gundî, rokî du ro em li wî gundî man. Paşê em çûn hinda zabitekî Fransewî û me halê xwe jê re got. Wî gote me, “Vêga hûn li vir bin, ez ê bi walî ra biaxivim û paşê ez ê bi we ra xeberdim.” Ji ber ku min bi fransizî zanibû, ji min şik kirin. Êvarê bi dizîka Cemîl dibin û jê dipirsin dibêjin “Ev meriv xwedan eşîr e yan jî nifûsekî wî yê zêde heye?” Cemîl jî bi safîtî dibêje kesekî wî tuneye û hew ew û birayê xwe ne. Haya min ji vî çênebû. Em çendekî li wir man, ev zabit tu bersivekî nade me. Ez dîsa çûm hinda wî min dît ku bi min re ne jidil xeber dide. Min gote Cemîl em ê herin Iraqê, Cemîl got ez nayim Iraqê. Ez û Kazim çûn Iraqê. Em gihan Mosilê çûn hinda hikumeta Îngiliz. Me got em ev in, yanî ji Tirkiyeyê tên û em revîyane. Gotin baş e, herine otêlekî em ê ji we ra cîkî bikar bînin. Wê demê Şêx Elî Riza û digel hinek kesên din jî li Iraqê ne. Ji wan dipirsin dibêjin merivekî hatiye dibêje ez Fehmî me, gelo rast e. Şêx Elî Riza çendekî berê ji radyoyê bihîstiye ku Fehmî hatiye kuştin. Şêx dibê derewan dike, ew kî ku heye casûs e, wî bigrin. Du roj şûnde me girtin û avêtin zîndanê. Lê min gelekî di ber xwe da, dawe ku casûsiya min çawan hîn bûne. Heftekî şûnde yekî dî jî anîn ba me. Ewî ji min re got ku kurê Şêx Seîd wa ye li Silêmanî ye, eger tu wî dinasî qedrê wî gelek dizanin. Min arzuhalekî nivîsand û şand ji walî ra. Dawe ku min bibin hinda Şêx Elî Riza. Dema ku wî min dî gelekî kêfa xwe hanî. Bi vê hawayê ez ji girtîgehê xelas bûm. Min kirin mamosta û birayê min Kazim jî kirin polîs.
Em li wir man, heta ku efoya giştî derket. Piştî derketina efoyê em hatin mala xwe û min sûrgunî Îspartayê kirin. Piştî ku sûrguna me xelas bû, pîreka min û kurê min û keçekî min ku ji pîreka min a dawîn bûn nehatin, venegeryan. Lê ez carna dihatim bi salan li Licê û deverên dî dimam û dîsa diçûm. Lê îca ez ji bo mirinê hatime, ji ber ku êdî gelek kal bûme. Ez dibêm dema mirina min hatiye…
Piştî mehekî şûnde Xalo dîsa êvarekî agir davêje nivîna xwe ji bo întiharkirinê. Mişteriyên Otêlê digihin û nahêlin bişewite, wî dibin nexweşxanê. Li pey wê bûyerê êdî xwedanê otêlê wî negirt otêlê. Got wê otêla min bişewitîne. Îca me wî bir Muş Otêlî. Çendekî li wir jî ma, kurê wî Xeyrî wî bir Licê. Lewre mala Xeyrî li Licê bû. Piştî ku salek û du sal li wir jî ma çû ser heqiya xwe.
Ez qewetê ji te digrim
Serê te bi destê dibirim
Tu nedî min destê bivir
Ha ez û ha ev kevir
Ev mesela kurdan e
Derdê serê derdan e
Hindek heramzade ne
Nankorê ewladan e
Ji bîgane ra dibin destgîr û piştgîr
Kurdan dixin binê nîr*
* Mumcu Ogur(Ji gotina A. Melîk Firat), Serhildana kurdî-îslamî, r. 113, weşanên Tekîn)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder