29 Temmuz 2016 Cuma

Rebwar Fatah/ MUSTAFA PAŞAYÊ YAMOLKÎ: JÎYAN Û ROLA WÎ YA DI NAV HÊZA NETEWA KURD DE



Şahek, di dinya  îroyîn de, wek şahê santrancê bû. (Şukrî Fazil)

Gelek şexsiyetên kurd hene ku neheqî li wan hatiye kirin, çiye ku ji bo doza gelê xwe bes piştgirî nedane. Lê Mustafa Paşayê Yamolkî ne yek ji wan e. Ne hewce ye mirov hinek navên ku li ser wan gelemşe hatiye kirin bîne ziman, jixwe dîrok biryarên di cî de dide.

Bi vê sedemê, ev gotar, dê qala hinek kîteyên meçhûl ên jiyana Yamolkî  û danasîna vî navê birûmet, lê ev çend jî jibîrbûyî bike. Kifşkirina agahdariyên meçhûl ên derbarê Yamolkî,  watedar û zehmetek hêja bû. Ez ji dil ji malbata wî bawerim  ku ew nasê min in û li ba min pir biqîmet in.


Pilandûva Malbata Mustafa Paşa Yamolkî

Berê mirina xwe (25ê Gulan 1936,  derdora Bexdayê li al- Wazirya), xwestibû  ku ev riste li ser kêla wî bên nîvîsandin:

 Ez ditirsim ey weten bimrim, nebînim bextiyarî to.

Biniwsin ba  le ser qebrim, weten xemgîn û min xemgîn*

 Ew û gelek navdarên kurd, li goristana Silêmanî  li ser Girê Saywan  binaxkirîne. Heta mirinê, Yamolkî bi netewa kurd şanaz mabû. Yamolkî  li Kurdîstana  Başûr, li  Silêmanî, 25ê Rêbendanê, ji malbateke rewşenbîr bû. Ew, li herêma Silêmanî ku ev herêm ji kevneşopiyan yek e, li taxa Sabûnkaran, li hemberê hemama navdar,  Hemamî Muftî, dijiyan. Yamolkî, bi niştimanperwerî, wêrekî û aqilmendiya xwe navdar bû. Yamolkî ji eşîreta hêzdar  Bilbazan bû, ku  eşîreteke  kurd e.

Di 3yê Gulana 1888 de Yamolkî,  bi Safya Xanima Xandanzade re zewicî, ku  ew keça Husên Paşa û xweha Seîd Paşa bû. Ew malbateke kurdên  navdar in û li Stenbolê li devera Uskudarê  dijîn.

Yamolkî û jina wî, xwedî  kurek û sê keç bû:

– Mîralay Azîz Yamolkî, di Gelavêj a1982 de  li Bexdayê  wefat   kiribû.

– Zahra Yamolkî (bi Ýzzet Begê Cafî re zevicîbû) di 1972 de, li Bexdayê wefat kiribû.

– Dr. Anjom Yamolkî, di 1968 de, li Parîsê  wefat kiribû.

– Melîha Yamolkî.

 

Perwerde

Di dema Yamolkî de, piraniya  xelkê Rojhilata Navîn cahil bûn. Digel vê, ew wek serbazekî,  bi tecrûbe û qalîteyeke berz  perwerde bibû. Bi kurdî, tirkî, erebî û farisiyeke herikbar dipeyivî. Ew, hem diçû  dibistana seretayî hem jî  li mizgeftê  ders dixebitî ku li  vê demê adet bû. Du mamosteyên wî yên olî, Mele Fetah û Mele Îrfan, di Mizgefta Seîd Husên de ew perwede dikirin, ku hê  temenê wî  biçuk bû. Yamolkî, li Bexdayê, dest bi dibistana leşkerî  ya  bi navê Ruşdiya al-Askarya  kir. Pey re,wî neqlê  dibistana leşkerî  ya Stembolê kirin ku  ew wek Medresa Herbê dihat nasîn. Li peytexta Osmaniyan, Yamolkî, ji  saziyên perwedehiya bilind û cemaetê rewşenbîran  derfetan bi dest xist.



Jiyana Meslekî û Leşkerî

* Di sala1888an de ji Akademiya Serkantiya Giştî  ya Stenbolê, wek naqîb, bi serfirazî mezûn bû. Ew, ji bo rêvebirina beşa Hîcazê ku girêdayê Osmaniyan bû, wek leşkerekî payebilind  tayin kirin.

* Di sala1893an de li Slimas û Xoy, Urmiye  ku ev bajarên Kurdistana Rojhilat in wek endamê komîsyonê  hatibû tayînkirin û ew li bajarê Rojhilata Kurdistanê, li Senandajê jî endamê komisyona ticaretê bû.

* Di sala 1899an de tayinî Bexdayê bû wek wekîlê serek ê Serkantiya Leşkerî ya artêşa  şeşem a Osmaniyan.

* Di sala1904an de  wek  endamê  komisyon a ku dê  sînorê Îran û Îraqê destnîşan bikira, hat tayînkirin.

* Di sala1908an de wek serekê beşa leşkerî, tayînê Enqereyê bû.

* Di sala 1909an de wek tuxgeneral terfî kir û ji  bo serektiya artêşa bîstûyekem a li Bexdayê hate tayînkirin û piştê salekê  bi rutbeyekî hevmînan transferê Azerbêcanê bû.

* Di sala 1911an de, dema herba îtalyan û tirkan, wek fermandarê artêşa pêncem hate tayînkirin.

* Di sala 1917an de ji bo serektiya artêşa Osmaniyan a li Bexdayê hate tayînkirin.

* Di 3yê Berfanbar a sala 1918an de, ji bo idarekirina artêşa Osmanîyan a li Sêwasê hate tayînkirin.

* Yamolkî  helbest jî nivîsandine. Pirtûka wî ya helbestê, piştî mirina wî, di sala 1956an de li Bexdayê hate weşandin.

 

Di Qraliyeta Kurdîstanê de Rola Yamolkî

Împaratoriya 0smanî di 31 Cotmeha sala 1918an de agirbest  xwest. Wilayetên Ereban ên ku ji dest çûbûn, bi peymana veşartî  ya Sykes-Picot (1917) di navbera Fransa û Brîtanyayê de hatibûparvekirin; Fransa, tenê ne Suriye û Lûbnan, Cilicia (navê kevin ê  başûrê Tirkiyê ye) jî  dagîr  kir.

Îtalyanan daxwaza Nozdeh Giravan (li behra Egê) kirin. Yunanîstan jî heweskar bû ji bo herêma Îzmîr û Rojhilatê Trakya.

Yekîneya leşkerî ya her du dewletan tengavan û Stenbolê  îşxal kirin û bêçekkirina leşkeran xwestin. Her du hêzan li Bakurê Rojhilatê  Anatoliya, damezirandina dewleta Ermenî (di bin parastina Brîtanya de) û, li rojhilatê başûrê jî dewleta kurd (di bin parastina Fransa de) niyet kirin. Ji bo dewleta tirk li  aliyê çepê  cihekî piçûk mabû.

Sultan Vahdedîn, ku  di Tîrmeha 1918an de hê  derketibû ser text, di demek nêz de xwe  di  nav meseleyên împaratoriyê de bêçare dît û paytexta wî jî di bin her du hêzan de dagerkirî bû.

Lehengê Gelîboliyê Mustafa Kemal, li herêma Enqerê yekîneyên  tirkan organîze kirin, îdareyeke hevdemî damezirand û hêzên Osmaniyan jî di artêşa tirk de  reorganize kir. Mustafa Kemal bi sozê ku damezirandina cumhuriyetek kurd-tirk ava bike, piştgiriya kurdan jî bidest xist. Di 1920an de, Dewletên Îtilaf di Peymana Sevrê de, ku parlemena Tirkiyê tu car tasdîq ne kiribû, şertên dijwar teklîf kiribûn.

Di sala 1921an de Fransa ji Cilicia (Kilîkya) vekişiya; cepha dewletên Îtilaf jihevbûn. Hêzên Mustafa Kemal di şerê Sakaryayê de (1922) yewnanan mexlub kir; û di sala 1923an de wan ji Îzmîrê derxistin. Îtalî jî vekşiyan. Bi awakî leşkerî şer dawî bû. Cumhuriyeta tirk a hevdemî, bi Peymana Lozanê re (1923) naskirina navneteweyî bi dest xist.

Piştê dawiya Şerê Yekemîn ê Cîhanê, Yamolkî ji bo mehkemeya legal a Iraqê hat tayînkirin. Pişt re , ji bo ku Mustafa Kemal û hevalên wî bêne darizandin, ji aliyê Ferîd Paşa ve wek serokê mehkema leşkerî hate tayînkirin.

Ew grup ji Mustafa Kemal, Fuat Paşa, Fewzî Çeqmaq û Husên Rauf Beg pêk hatibû û bi raperîna li dijî  xîlafetiya Stembolê dihate  îthankirin.

Ji bo Mustafa Kemal û hevalên wî, di 20ê Nîsana1920an de, bi emrê Yamolkî,  hukmê îdamê li wan hate birrîn.

Di sala 1920an de li Tirkiyê, axir Mustafa Kemal, Hikûmata Stembolê a ku îmzakarên Peymana Sevrê bûn, têk bir. Hêzên Kemalîst ên ku bi alîkariya gelê kurd li Erzromê derketin meydanê, ji serî de bi fermî mebesta xwe ji bo cumhuriyeteke modern a ku mafê etnîkî yê wekhev dê bida gelê kurd û tirk, îlan kiribû. Kemalîstan, Peymana Sevrê a ku ji bo kurdan adîl bû û garantiya mafê  serxwebûn û tayînkirina çarenûsê dida, red kir.

Bi hinceta yekîtîya netewî, di her rewşê de jenosîda kurd û Kurdistanê, yanî tîrkkirina Kurdîstanê, dewam kir. Xwînrijandin hê jî nerawestiyaye.

Di 17yê Pûşbera sala 1921an de, piştê serketina Ataturk, Yamolkî vegeriya welatê xwe ku li wê derê, di demeke nêzik de bi serokatiya Şêx Mehmud Berzencî li Silêmanî Dewleta Kurdistanê hatibû damezirandin.

Wextê Yamolkî vegeriya Kurdistanê, Şex Mehmud Berzencî, li Kurdistana Başûr, ji bo çêkirina dewleta kurd, serokatiya gelê Kurdistanê dikir.

Di 10ê Kewçêra sala1921an de, paytexta Kurdistanê li Silêmaniyê, ji bo çêkirina hikumeta kurd daxuyaniyek hat danîn. Şêx Mehmud Berzencî xwe wek qralê Kralîyeta Kurdistanê deklere kir. Endamên qabîneya wî ev kes bûn:



– Wezîrê  maliyê: Abdulkerîm Alaka

– Wezîrê gumrikê: Ahmed Begê Fetah Beg

– Wezîrê dadiyê: Hecî Mele Seîd Kerkukî

– Wezîrê Kar û Xebatê: Hema Abdulah Axa

– Wezîrê perwerdehî: Mustafa Paşa Yamolkî

– Serekwezîr: Şêx Qadir Hefîd (birayê Şêx Mehmud e)

-Wezîrê  karê hundirîn: Şêx Mihamed Garib

-Wezîrê  parastinê: Zekî Sahibqran(artêşa kurd, bi navê artêşa netewa kurd bû)

Şêx Mufîdê Şêx Qadir, wek Serekê Serkantiya Giştî hat tayînkir û tuxgeneral Sadiq Qadirî (birayê Yamolkî) wek Mufetîşê Giştî  yê Artêşê hat tayînkirin. Şêx Mehmud Berzencî her çiqas merivek dîndar jî bû, ji bo peywira wezîrê darayî, yekî xirîstiyan tayin kir. Ev jî nîşan dide ku civata kurd çiqas çeşîtdar û ji her fikrê re vekirî ye.



Cemiyeta Kurdistan

Di 21ê Tîrmeha sala1922an de komek rewşenbîrên kurd û pêşeng- ên civakî, bi pêşengiya Yamolkî Cemiyeta Kurdistan  damezirandin. Endamên damezrêner ev in:

– Ahmed Behced Efendî

– Alî Efendî yê Bapîr Axa

– Faîk Arîf Beg

– Hecî Axa Fethulah

– Îdham Yuzbaşî

– Refîk Hîlmî Ahmed Beg

– Salih Qeftan

– Şêx Muhamed Gulan

– Şukrî Aleke (kurdekî xirîstiyan e)

– Tofîq Beg

Cemiyeta Kurdistan, ku di nav armancên wî de, yek jî, piştgiriya serokê dewleta Kurdîstanê Şêx Mehmud Berzencî bû, di 21ê Tebaxa 1922an de komelê, bi kurdî, tirkî û farisî hejmara yekem a rojnameya Bangî Kurdistan weşand.

Qraliyeta Kurdistanê (Şêx Mehmud Berzencî) ji alî îngilîzan ve nehat hilweşandin, li şûna qralê kurd îngilîzan qralekî ereb, Faysalî, empoze kirin. Yamolkî, Bexda terk kir, di 28ê Rêbendan 1926ê de, ku li wê derê dest bi weşana rojnamê kiribû.

Di 1ê Kewçêra sala 1924an de,  Cemîyeta Kurdistanê, nameyek şand bo Cemîyeta Neteweyan, bi vê nameyê Tirkiyê protesto kir ji ber sedema daxwazên wan ên li ser Musulê û tevgerên wan ên li dijî gelê kurd ên Bakurê Kurdistanê.

Rêçên dîrokî di vê rêxistinê de, ji bo meşrûkirina daxwazên Peymana Sevrê û daxwaza serxwebûnê, girîng in.



Di Hilweşandina Qraliyeta Kurdistanê de Rola Îngilîzan

Qraliyeta Kurdistanê zêde dewam nekir, bi saya Hêzen Hewayî yê Qraliyeta Îngilizan ku li ser navê hikumeta Bexda ya quqla tevdigeriya. Îngiliz, ji kurda re nazik nebûn. Zanîneke çewt e ku tê parastin li dijî kurdan yekem car rejîma Saddam Huseyîn gazên jehrî kar aniye. Ev çewt e. Rejîma yekem ya îngilîzan e, ku dijî kurdan li Başurê Kurdistanê  gaz kar anîne.

Noam Chomsky di pirtûka xwe ya “Demokrasiya Pêxîmker”de serweriya îngilîzan li Başurê Kurdistanê wiha şayeser dike: Di sala 1919an de fikra Sekreterê Wezîrê Herbê Churchill ew bû ku wek tecrûbeyekê, li ser erebên serkêş, bi destê  Fermandarê  Rojhilata Navîn  çekên kîmyewî  bikar bîne. Û li dijî îtirazan wî wiha gotibû:

Ez van lewçeyan fêm nakim  ku dijberên karanîna gazê ne. Tercîha min a teqez, li dijî qebîleyên barbar karanîna gazên jehrîn e. Lê hewceya gazên kujendetir nîn e; belam li dijî yên ku astengiyên mezin derdixin, terorê belav dikin, bandora wan li ser gel zêde ye û dev ji van tevgerên xwe bernadin  gaz tê karanîn.

Churchill pê ve kir:

“Di derbekê de ji bo qedandina aloziyan,  ku ev yek dê te li herêmê serdest bike, karanîna sîlehên mevcut guncan e. Sîlehên kîmyewî  di şerê modern de bes tedbîqateke zanistî  ya Rojava ye. ‘Favoriyên Churchill, li dijî qebîleyên barbar û erebên serkêş ango kurdan û afganan bikaranîna gazên jehrîn û hêzên hewayî bû. Suprîz nîn e, di sala 1990an de, William Waldegrave ê ku berpirsiyarê hiku- meta John Major bû, emir da ku ji dosyayên Public Record Officeê (arşîva  koloniyên îngilîzan e) hinek teferûat bên derxistin ku ev teferûat derbarê yekîneyên îngilîz ên li dijî kurdan gazên jehrîn kar anîbûn.

Bi gotineka dî, neteweyekî ku ji bo rêvebiriya xwe daxwazkar bû, di sînorê jenosîdê de hat çewisandin. Qralê wan ji alî hêzên îngilîzan ve lawaz ket û qralekî “îthal” ê ku bi temamî ji çandekê cuda bû anîn li ser wan.

Dîrok ji aliyê gelên stemkar ve  bi xwîna gelê stembar tê nivîsandin.

Karekî hê jî teze ye ku netewan bi têgehên “medenî û barbar” ji hev vediqetîne. Di pirtûka mezin a dîrokê de, hê jî, ji gelê zor ta’dedîtî  xwîn diherike. Dîrok bi awayekî hevgirtî, danzanîna  jana stembaran de ne serketî ye. Bi  gotinek dî, ev têgeha ku “medeniyet” jê re tê gotin, divê em bi xwe ava bikin.”



wergerji îngilizî: Herşen Farqînî
 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder