Di dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweşiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêşketina Kurdan weşandiye, hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (31) di 14 ê nîsana 1902an de.
Bi tenê wî her (5) hejarên pêşîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Berdirxan weşana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne 31. Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weşandina wan ji 6-19 an li Cinêvê çap bûne; ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara 19 an, hêj ev hejmar nebedîye.
Mir Miqdad ji her hejmare 2000 nesxe, di rêka Şamê re dişandin Kurdistanê, bo Şex, Mella û xwendevanan..
Mixabin ku di sala 1906'an de piştî kuştina Ridvan Paşa, Mir Miqdad Medhet Bedirxan sirgûnê Mekkê bûye, û êdî ti pêzanîn li dor nînin..
Li xwarê çend deqên ku min ji gotarên yên ku di her çar hejmarên pêşîn de belav bûne, bijartine, yek li dor nesaxiya wî û çûna wî a Misrê ye, yên din, çend firdikin ji bangên wî yên netewî ji gelê Kurd re:
(Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te'ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me'arîfeta bikim, li kûderê mirov die'lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tişt wekî nû çêdibin kêmin, paşê hinekî diçe, dikeve rê de..).
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmara(1),rûpelê(1) Qahîre.
(Berî şeş heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir biye bajarek hewqas mezin û xweş, heta mirov nebîne mirov nikare bo wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal û sine`etên wan kesib û karan..)
(Gelî ilema û mîr û axayên kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin, eşîra me Botan in, şihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikşînim, meqseda min qenciya Kurda ye…)
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmara(1), rûpelê(3), Qahîre.
Di hejmara(2)an de wiha nivîsandiye: (Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe ava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e'limandin û sin'et û me'erîfeta..)
Rojnameya Kurdistan/1898, hejmara(2), rûpelê(1), Qahîre.
Her wiha di hejmara (3)an de wiha gotiye: (Gelî kurdino! Hun jî dest hilênin, bielimin ilim û hunera da Xwedê Te'ala û rwûl Ellah eleyihî elselam ji we razî be, da hun bikaribin, dîn û namûsa xwe ji şerê dijmina hefiz bikin, da hun jî bikaribin wetenên xwede rûnin, da hun jî ji vê rêncberî yê xelas bibin. Ez gelek reda Kurda dibînim hemi jî rêncberin, jarin . Gelek ji wan, ji rebeniyê, ji feqîriyê, ji xerîbiyê ditelifin. Yek xweyî ilim û huner dikare pencsed mirova re şixila bibîne, loma hekî çendek ji mîr û axayên Kurda elimîn huner û ilmî, wê hingê kurd wê wetenê xwe de, ji xwe re şixula bibînin, wê ne mihtac bin, biçin ji derve zar û reben bin, rêncberiyê bikin..)
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmara(3), rûpelê(2), Qahîre.
Di hejmara 4 an de jî wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano ! Kurmancno ! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov spî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie'limînin ilm û me'rîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca' û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin).
Rojnameya Kurdistan/1898, hejmara (4), rûpelê(3), Qahîre.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder