Mala Eliyê Ûnis, çawa em dizanin, di Serhildana Sasun da serokatiya êl û eşîrên çiyayên Sasun û Xerzan kirine. Em dikarin bibêjin ku raperîna wan ji du beşan pêk tê. Raperîna wan, li gel Raperîna Şêx Saîd ê Kal ve dest pê dike û piştê têkçûna berxwedana Şêx Saîd, raperîna xwe didomînin û heya 1937-an jî ber xwe didin. Beşa yekem di navbera 1925-1928-an de, ya duyem jî di navbera 1934-1937-an da diqewime, lê şeş salên din ên di navbera 1928-1934-an de jî aştiyeke ne zexm di navbera wan û dewletê da heye. Serê tifingan li hev dinhêrin dîsa jî. Serokatî ya beşa yekem Mihemedê Eliyê Ûnis, ya duyem jî birayê wî Evdirehmanê Eliyê Ûnis bi rê ve birine. Niviskar M. Çiyayî, jiyana her du bira û têkoşîna wan ê li ser çiyan da nivisandye, em jî pêşkêşê we dikin...
16 Ocak 2013 Çarşamba 20:25
Mihemedê Eliyê Ûnis
Mihemedê Elîyê Unis, wekî gelek pêşîvanê kurd, mêrxasekî di dîroka nivîsandî de, bi layiqî ne qeyd kirîye. Destana ku di şerrê çîyayê Sasun da afirandiye nehatiye nivîsandin. Jenosîd û dijwarîyên bi serê wan de hatine di qeydên dewletê yê eşkere de derbas nabin. Bi kurtayî dewlet navê wê qirkirinê danîye “hereketa tedîp, tenkîl û pakişkirinê.” Lê belê serpêhatîyên wan wekî piringekî agir tim li ser dil û cigerê malbata wî pê dikeve.
Mihemed Axa di sala 1863 de li herêma Xerza li gundê Mêrgan ku bi Hezoyê (Kozluk) ve girêdayî ye hatiye dinê. Mihemed Axa di nav zaruwê Elî de yê herî mezin bû û serekeşîr jî ew bû. Elîyê Unis, ji Mala Şeref e. Mala Şeref, milek ji milê eşîra Kîka(Kîkî) ye.
Şervanên Mala Eliyê Ûnis
Mihemed Axa mirovekî bîrewer û di çanda eşîrî de mêrxasekî di ser xwe de bû. Ji xelqê xwe re gelek dilovan bû. Bi doza welatê xwe ve girêdayî bû û li himber kolonyalîstên ku çav berdabûn welatê wî tekoşerekî bê hempa bû. Bi tu awayî tawîz neda dijminan û şerekî bi mêrxasî da. Kesê biketa tengavîyekî, xwe dispart Mihemedê Elî. Ew jî alîkarîya ku ji destê wî bihata dikir. Dîndarekî mutewazî bû û tim jî ji zordara re şûrê wî kişandî bû.
Mihemed Axa kiryarên Osmanîya û bi taybetî jî sîyaseta wan a li ser Kurdistanê baş nîrxandibû. Zanibû ev pêvajo weha dom nake û wê erdê wan ji destê wan bêne girtin û mafê kurdan bêne perçikandin. Pêdivîya welat bihata parastin, lê belê bi çi awayî? Ji bo vî çareserî divîya. Mihemed Axa xema vî tiştî dixwar. Her weha pêwendîyên eşîra xwe bi eşîrên der û dorê xwe re zêde dikir. Dostanî û mirovatîya xwe xwirttir dikir. Hay û gumana xwe ji şêx û alim û ronakbîr û rêxistinên kurd re nedibirrî.
Dewleta Tirk jî vala nedisekînî û dixwest her bi çi awayî be Mihemed bi hinek tiştan tema bike û bêxe bin bandora xwe. Rojekî midurê tapuwê yê Zoqê tê gundê Girêewês ba Mihemed Axa. Midur dibêje: ” Mihemed Axa, tu çima erdê xwe tapu nakî?” Mihemedê Elî: “Ji min re tapu ne lazime.” Midurê Tapuwê: “Axa, eger tu bixwazî heta cîyê ku tu destê xwe pêve dirêj bikî ezê li ser te tapu bikim.” Mihemed: “Ne xêr ezbenî, ez tapu jî nakim û bac jî nadim dewleta Tirk.” Mihemed Axa doza welatekî dikir, ne ew kes bû ku bi van bertîl û fen û fûtan bixapîya. Di jîyana xwe de di bin tu şertî de prîm bi leşker û birokrasîya dewletê neda. Wekî çîyayê Sasun serbilind, bi sebir û qayim bû.
Berîya serhildana Şêx Seîd, wekî tê zanîn pêşîvanê rêxistina Serxwebûna Kurdistanê, Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya bi gelek zor û zehmetîya xebatekî li dar xistibûn. Di heman demê de her ronakbîr û dozkarê kurd bi awayekî li çareserîyek digerîya. Di vî warî de, xebatên dîplomatîk û leşkerî xwedî ci- yeke girîng bûn. Ji bo vî yekê Abdulrezaq Bedîrxan jî çûbû Rusya û hinek hevdîtinên wî bi Rusya re çe bûbû.
Rojekî nameyek digîje destê Mihemedê Elî. Mihemed vê nameyê dixwîne û gazî birayê xwe Evdirhman û Derwêş dike. Name dide wan û wan rê dike ba Cemîlê Çeto. Evdirhman û Derwêş diçin ba Cemîlê Çeto wê nameyê didinê. Di nameyê de weha dinivîse: “Ez Evdilrezaq Bedirxan im. Ez niha li Gokmeydana Bilîsê li ber gora Şehîdên me Seyîd Elî, Şêx Şabedîn û Mele Selîm rûniştîme û vê nameyê ji we re dinivîsim. Gelî Şêx û Axayên Kurdistanê; vêga tirk ser tenişt ketine, eger me dahfekî li wan da û me wan da erdê, ji xwe em gîhiştin meqseda xwe û emê serfiraz bibin. Yan nexwe ku tirk fersend dîtin û ketin ser lepê xwe, wê zikê jinê kurda yê bi zaru (hemle) bi singoyê tifingê xwe biqe- lêşin û zarukên di zikê dayika xwe de bikujin. Min bi Rusya re peymanek çêkirîye. Bi gorî vî peymanê wê Rusya bi leşkerê xwe alîkarîya me bike. Herkes bila qertê xwe bistîne û wextê Rus hatin bila nîşanê wan bidin û wextê serhildanê her eşîr bajarê xwe bigrin.”
Cemîlê Çeto ev name dixwîne û wiha bersiva Evdirhmanê Elî dide: ” Wun bi vî nameyê ve ser seran û ser çavan hatin, lê mixabin ez niha ji we re nikarim bêjim erê yan jî na. Eşîra min (Pencenarî) mirîdê Şêx Mahmud in. Ezê ji Şêx Mahmud re bibêjim eger Şêx go erê, ez bavê Feremez im, Zoqê û Sêrtê jî têra min nake. Eger Şêx go na, wellehî wê Gêncoyê Çeto ku birayê min e, wê devê tifingê bêxe tenişta min û tilî bikişîne, wê bêje min destê xwe bi kesk kir, min kafirekî hevalê Urus(Rus) kuşt.” Li ser vî bûyerî, Cemîlê Çeto diçe ba Şêx Mahmud û vê meselê jê re dibêje. Şêx Mahmud, li civatê ji mirîdê xwe re dibêje: “Wun dizanin Cemîl ji bo çi hatîye? Nameya Evdilrezaq Bedirxan anîye, di nameyê de dibêje wê Urus were nav me, emê tirka ji nav xwe derxin.” Mirîdê Şêx Mahmud jî: “Baş e Qurban, Seyda (Şêx Mahmud) çi dibêje ji vî îşî re?” Şêx dibêje: “Ewê ku seatek li hidudê Urus nobet bigre, wekî 70 hezar sal îbadet bike hewqas xêra wî zahf e.” Cemîlê Çeto destvala vedigere û di cîyê xwe de rûdinê. Lê belê ev helwesta wî têr nake ku ji îdamê xelas bibe.
Mihemedê Elî ji bo serhildanê hazirîya xwe dikir, welew bi serê xwe jî bimîne (mixabin di dawî de jî wisa bû) sond xwaribû ku bandora tirka li welatê xwe qebûl nedikir û weku sembol şewqeya Kemal danetanî. Mineta wî zêdeyî Xwedê ji tu kesî re tinebû.
Wextê serhildana Şêx Seîd dest pê dike, Mihemedê Elî bi bira û eşîra xwe ve digrin ser Hezo û dixwazin ku erkana dewletê teslîm bistînin, belê dixwaze bê xwîn rijandinê vî îşî safî bike. Li ser vê bûyerê, Midurê nehya Milefan (Milefan gundekî li rojhilatê Hezo dimîne) Cemîl Efendî telgiraf dide Dîyarbekirê. Di têlgirafê de dibêje: “Li Hezo xwîn leşan dibe, acele îmdat.” Qolordîya Dîyarbekirê dikeve rê û bi ecele, bi lingan bi rêde tên. Wextê digîjin Hezo Kumandanê tirk lê dinihêre agahîya Cemîl Efendî ne di cî de ye û facîayekî mezin tineye. Kumandan dibêje: “Li ser agahîya te min wisa li leşkerê xwe ecele kiriyê ku heta em gihîştine Hezo, 13 leşkêrê ku nikaribûn bi rê de bihatana û westi- yabûn bi potîna xwe min serê wan perçiqandîye.”
Leşkerekî giran bi ser zaruwê Elîyê Unis, Qewmê Çîyê ve digre. Lêbelê bi serekatîya Mihemedê Elî, zaîyatên mezin didin leşkerê tirk. Leşker cîyê ku pêve diçe xelkê bê çek, bi hovîtîyekî bêemsal re rûbirû dihêlin. Leşker têk diçe û şikestê dixwe li himber çekdarên Mihemedê Elî. Ji bo heyfa xwe hilînin, gundan dişewitînin û xelkê bêçek gullebaran dikin, wan davêjin ava kelîyayî û çiqas hovîtîyek di dilê wan de heye bi cih tînin. Serhildana Şêx Seîd têk diçe, lêbelê berxwedana Mihemedê Elî bi hemû heybeta xwe ve didome. Artêşa tirk bi hewqas hêzekî mezin û xwirt, bi hewqas leşker, çekên giran, şewat û hovîtîyê şikestên dijwar dixwe li himber Mihemedê Elî. Walîyê Sêrtê Îbrahîm Ethem tê Milefan û 2 kesê navbeyncî rê dike ba Mihemedê Elî, dixwaze wî bi dest bixe. Ji ber bêbextî ya tirkan, Mihemedê Elî bi xwe naçe, lêbelê Evdirhmanê birayê xwe yê biçûk rê dike ba Walî. Walî dixwaze ku Mihemedê Elî hemû çekan teslîmê dewletê bike.
Mihemedê Elî dibêje: “Bi şertê ku leşker xwe paşve bikşîne, emê çekên xwe teslîm bikin.” Walî ji Evdirhman re dibêje: “Sucê we li ba dewletê gelek mezin e. Wun him hevalbendên Şêx Seîd in û him jî me sah kirîye Nuh Begî(ji eşîra Xwêytî) ji we re 50î hezar zêrên îngîlîz anîne. Ji bo wun tifinga bistînin û bidin eşîrên der û dora xwe û li himber dewletê rakin. Eger wun tifingê xwe nedin, tê wî maneyî ku ev tişt rast in. Ji ber vî jî wê dewlet leşker bişeyîne ser we.” Evdirehman wekî ku Mihemed jê re gotibû, teslîmkirina çekan qebûl nekir û walî dest vala vedigere Sêrtê. Piştî vî bûyerê leşkerekî giran tê Hezo û hildikişe çîyê. Mihemedê Elî, eşîrên der û dor dicivîne û tev bi hev re sond dixwin ku heta dawî ji tirka re serî daneynin. Mihemedê Elî bi eşîra xwe ve xwe didin çîyayê Arzîv, Karmelêh û Şelaş. Ev çîyayên han, çîyayên Sasunê yên herî asê ne. Qumandanê leşkerî bi kîn û xezeb tijî bû, çiqas leşker bihata kuştin hewqas xelkên bêçek û belengaz dida kuştin. Li himber vî hovîtî, Mihemedê Elî emrekî qetîî dabû tekoşeran ku heta ji wan were bila leşkerê bê ritbe nekuje. Îmanca yekemîn tim li ser qumandana be. Mihemed digot, leşker di bin emir de ye. Serleşkerên tirk li gelek cîyan însanan di xanî û çala de saxe sax dişewitandin. Di serhildana Sasun de serleşkerê artêşa tirk Cemal Madanoðlu jî di pirtûka xwe ya Serpêhatî(Anilar) de wê wahşetê teyît dike, ku tekoşerên kurd ji bo leşkerên bêritbe ne kujin îhtîmamekî zêde nîşan didana.
Cemîlê Çeto û Şêxê çîyê Emînê Seyîd têne girtin. Dewlet ji devê wan ji Mihemedê Elî re name dinivîse. Di nameyê de weha dibêje: “Me hemîya rastîya Hikumeta Tirka dît û me xwe siparte dewletê. Ji bo te jî tiştek tine, were tu jî teslîm bibe. Eger tu bawer nakî û tu bi xwe nayî jî, bira û pismamên xwe bişeyne, guneh in, bila li serê çîyê perîşan nebin, wextê ji te re bawerî çêbû tu jî were.” Mihemedê Elî jî weha bersiv dide vî nameyê: “Bila Hikumet Emînê Seyîd û Cemîlê Çeto berde û bila werin ba min, emê hev bibînin, eger hikumet bext bide me, welew ez neyim jî, ezê bira û pismamê xwe bişeynim.” Mihemedê Elî, dixwest Cemîlê Çeto û Emînê Seyîd ji destê dewletê xelas bike. Tirk jî dixwestin Mihemedê Elî bigrin û aqubeta Şêx Seîd bi serê wî ve bînin. Mihemedê Elî, tirka baş nas dikir û li himber fet û dahfikên wan, der û dorê xwe jî şîyar dikir.
Serma û zeber, temînkirina xwarinê, parastina zar û zêçan, îxaneta hin eşîrên der û dor… her yekî bi serê xwe enîyekî şer û serhildanê bû. Di ser vî de, li welat yek pelekê darê nemabû ku li himber dewletê bilebite. Serhildana di bin serokatîya Şêx Seîd de şikestibû û hemî serekeşîr û pêşîvanê kurd, yan hatibûn darvekirin yan jî hatibûn nefî kirin. Mihemedê Elî bi 7 birayê xwe (Mistê, Xelîl, Evdirehman, Derwêş, Unis, Şêxo û Nuredîn) û pismamên xwe ve 63 tifing bûn. Yê ku bi çekdarî tevlî serhildanê bûbûn bi tevayî 300 tifing bûn. Ew çîyayê asê yên Sasunê ku zivistana lawir têda îdare nedikir, Mihemedê Elî xwe lê girtibû: Karmelêh, Arzîv û Şelaş. Mihemedê Elî li himber dagirkerîyê bi dewletekî 700 salî re şer dikir. Artêşa vî dewletê bi hemû îmkan û çekên xwe yê giran bi ser Sasun û Hezoyê ve girtibû. Ev leşker axlebê wan ji Dîyarbekir, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Çewlîk û Bilîsê ve hatibûn.
Li sala 1926an, di meha Hezîranê de xwarina wan namîne. Mihemed Dixwaze zar û zêç li hinek cîyê ewle bi cîh bike û ji bo ku bi tekoşerê xwe ve tekoşîna xwe çêtir bikin berê xwe didin çîyayê Poragan. Bi şev li Hormeyînan li wan diqewime û heta şeveqê şer dikin. Di vî şerî de 2 boluk leşker telef dikin û 63 kes jî ji wan birîndar dibin, belê kesek ji wan nayê kuştin. Ev birîndarên hanan, axlebî ji ber tesîra perçeyên bomba bûn. Di vî şerrî de Mihemedê Elî bi 13 cîyan birîndar dibe. Di vî şerrî de gelek çek û cebilxaneyên leşkeran jî ji wan re dimîne. Ji xwe çek û cebilxanê wan, xenîmetê şer bûn. Piştî vî şerrî Mihemed, jin û zaruyan bi xwe re dike sê cî. Qismek jê dişeyîne nav eşîra Modka, qismek dişeyîne nav eşîra Şîgo û qismek jî bi xwe re dihêle. Modkî bi dilovanî û camêrî li wan zar û zêça xweyî dertên û wan diparêzin. Lê belê Şîgoyî, jin û zaruyê mala Elîyê Unis teslîmê dewletê dikin. Li himber vî îxaneta xwe serekeşîrê Şîgo Derwêşê Dogij, pişt re bi destê serleşkerê tirk hate kuştin.
Rojekî Mihyedînê Kurê Mihemedê Elî li ser ferşê devê kanîyekî limêj dike. Ji dûr ve leşker wî dibînin û bi mîtralyozê lê didin. Mihyedîn ji her du lingê xwe birîndar dibe. Birîna wî xedar e. Ewê pê re wî tînin şikefta Karmelêh û li wir tê tedawîkirin. Nêzîkî saxbûna birîna wî, gilîya wî tê kirin û leşker bi ser şikeftê ve digire. Leşker yekser nayê, rêberê leşkera, yek ji xelqê Hezo bi navê Evdê Fatê tê ba Mihyedîn û dibêje: “Yuzbaşî soz daye ku tiştek bi te nakin û wê te ji bo tedawîyê bibin Sêrtê.” Rindîxana dîya Mihyedîn û Reqya meta wî û çend kesên dî jî di şikeftê de li balê ne. Li ser gotina Evdê Fatê, Rindîxan dilê wî bi kurrê wî Mihyedîn dişewite û dibêje xwe teslîm bike bila te tedawî bikin. Mihyedîn jî çekê wî li ber serê wî bû û digo ez bi saxî xwe teslîmê tirka nakim. Piştî ku Evdê Fatê vedigere ba yuzbaşî, şikeft gullebaran dikin, bombe davêjin lê belê tesîr nake. Paşî Mihyedîn qebul dike. Leşker sedye tînin, Mihyedîn datînin serî û dibin. Yuzbaşî leşkeran, Mihyedîn û wanê din di alîyekî de rê dike, Rindîxan û Reqya jî di alîyekî dî de bi rê dike. Rindîxan dinihêre ku sedya vala li ser milê leşkera ye, hatin û di ber wan de derbas bûn.
Fêm dike ku Mihyedîn hatîye kuştin. Leşker jî li ser gotina yuzbaşî wextê ji hafa wan winda dibin, serê Mihyedîn jêdikin û bi xwe re dibin(artêşa tirk ji serê jêkirî re xelat danîbû, ev serî jî, serê kurrê Mihemedê Elî bû, giranbiha bû). Li ser vî Rindîxan ji Reqya re dibêje, piştî ku Mihyedînê min kuştin ez bi saxî bi leşker re naçim. Îzna xwe ji leşker dixwazin û dibêjin em destmêj bigrin. Piştî ji hafa leşker winda dibin, herdu bi hevre xwe davêjin ava çem. Piştî ku dereng dimînin, Evdê Fatê deng li wan dike lêbelê tu pêjin tineye. Evdê Fatê bi Yuzbaşî ve li wan digerin dibînin ku bi avê de diçin. Reqya ji avê sax dertînin, Yuzbaşî dixwaze serê wê jêke lê belê Evdê Fatê nahêle. Rindîxan xeniqîye û ji giraniya jana dilê xwe li binê ava çemê Şîpêr sekinîye.
Di heman demê de di navbeyna Rindîxan û mêrê wê Mihemed Axa de sohbetek çêbûye. Mihemed gotîye: “Rindîxan ez ditirsim tu bi saxî bikevî destê tirka.” Rindîxan jî dibêje: “Tu ji Xwedayê xwe bawer bike ez bi saxîtî xwe naxim destê wan.” Belê, tirsa Mihemedê Elî nehate serê wî, Rindîxan jî li ser sozê xwe ma û serê şêrê çîyayên Sasun netewand li himber dost û dijminên wî.
Ji Mala Elîyê Unis, jin û zaruyê ku dikevin destê dewletê wan dêxin çalekî mezin û wê agir berdin wan bi şewitînin. Piştre artêş, biryara xwe digohirîne û wan rê dikin Zoqê ya qeza Sêrtê. Heta ku wan nefîyê Anadolê bikin li wir di xirbeyê xanîyan de dimînin. Muddeîumum (Sawcî) ji bo ku weraqeya tesbîtkirinê çêke diçe ba wan. Jina wî jî pêre ye. Çavê jina sawcî di nav van hêsîran de diçe ser zarukekî li ber şîr. Jina sawcî dibêje vî zarukî bidine min. Zaruk, navê wî Ehmed e, kurê Mihemedê Elî û Rindîxanê ye. Ji ber ku Rindîxan ne sax e, Zarîya jina Mihyedîn li Ehmed dinêre. Zarîya naxwaze Ehmed bide. Jina sawcî dibêje: “Ciyê we serma ye, zaruk gunehe, wî bidine min, wextê emrê nefiya we hat werin zarukê xwe bibin. Wextê nefiya wan kifş bû ku dê herin Anatolê, diçin zaruk ji jina sawcî dixwazin. Jina sawcî dibêje : “Zarukê we mir.” Ji gotina wî bawer nakin lê belê hêsîr in, nikarin dawa zaruka xwe bikin.
Şerr bi hemû dijwarî didome. Ew kesê ku têne girtin yan têne kuştin yan jî nefî yê Anatolê dikin. Di sala1928an de dewlet efû îlan dike. Herkes tê cihê xwe. Dewlet, xeber dide Cemîl Efendî yê Midurê Nehya Milefan. Dixwazin Mihemed bi çekên xwe ve teslîm bibe. Mihemedê Elî teslîmîyetê qebûl nake. Dibêje: “Eger rast e, efû derketibe, wê dewlet çi bike ji min. Ji xwe ez li vir im. Eger çek bixwaze ez çek jî teslîm nakim, ez li bextê tirkan ewle nabim.” Li ser vî Cemîl Efendî dibêje Mihemed Axa wiha nabe, ji bo şerefa dewletê be jî usulen divê tu tiştek çek teslîm bikî.” Mihemedê Elî jî 6 tifingê ku naşixulin dide teslîmkirin. Ew bi xwe jî naçe teslîm nabe û tu îfade nade.
Rojekî hinek leşkerên qereqola Milefan diçin gundê Mihemed Axa ji bo şewatê dar û ber dixwazin. Çend heb zaruyê Mala Elîyê Unis jî ku bi tirkî nizanibûn, ew û leşkeran ji hev fêm nakin û şer dikin. Zaruyê mala Elî destê leşkeran girê didin û dibin Milefan ba Cemîl Efendî, dibêjin : “Ev leşkerê we dîn bûne, wan bigrin.” Cemîl Efendî vê bûyerê hazim nake û radibe bi leşkeran zaruwê Mala Elî li qereqolê hepis dike. Mihemedê Elî çawa ku vê meselê sah dike, diçe Milefan. Cemîl Efendî dertê pêşîya Mihemed, bi xêr hatina wî dike û dibêje: “Keremke qahwekî vexwe.” Mihemed jî dibêje: “Wextê tu zaruwê me berdî, wî wextî ezê qahwa te vexwim.” Cemîl Efendî jî dibêje: “Ez bixwe nikarim wan berdim, mifta derî ev e, kerem bike tu wan berde.” Mihemed mifte dide destê yekî û girtîyan ji hindiro dide berdan. Piştre Mihemed ji zaruyên ku hatibûn girtin re dibêje: “De herin destê Cemîl Efendî û carekî dî tiştekî wisa nekin.” Cemîl Dibêje: “Nexêr, bila werin destê te, te wan da berdan.” Piştre Mihemedê Elî bi Cemîl Efendî ve rudinên qehwe vedixwin. Mihemed tê malê û nexweş dikeve. Bi vî nexweşîya xwe rehmet dike. Wisa xwîya ye ku di wî qehweyî de jahr hebû. Ji ber di milê wî de birînekî kevin yê fîşekê der dabû. Wextê qehwe vedixwin kurê Cemîlê Çeto, Evdê jî pê re ye û wî jî qehwe vexarîye. Evdê Cemîlê Çeto piştî ji Mihemed vediqete leqî Eloyê Hekîm tê û Eloyê Hekîm şîr didê û wisa ji jahrê xelas dibe. Mihemedê Elî, li himber îsrara birayên xwe ku dixwazin hîn bibin ev derp ji ku gihîştîye ev wesyet dike: “Qetîî hun nekevin pey heyfa min. Eger îşekî we yê resmî hebe pirsa xwe bi Cemîl Efendî bikin.” Li ser vî bûyerî, Mihemedê Elî jîyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovanîya xwe di sala 1930 de. Ruhê wî şad û gorê wî fireh be.
Evdirehmanê Eliyê Ûnis
"Ez benî, yê we dewlet, Paşe û generalên we hene,
Yê me jî Xwedayê me û çiyayên me hene..." Evdirehmanê Eliyê Ûnis.
Evdirehmanê Elîyê Ûnis di sala 1890î de li herêma Xerza li gundê Mêrgan ku bi Hezo(Kozluk) ve girêdayî ye hatîye dinê. Ew, ji heşt kurê Elîyê Ûnis yê çaremîn e.
Evdirehman ji zarukatîya xwe ve jîr bû. Li ber destê alim û melayên herêmê perwerde bibû. Bi kêmayî û bê pesindan rewşenbîrekî pêşverû, sîyasetmend û tekoşerekî di ser xwe de bû. Bîr û bawerîyeke welatparêzî ya xurt pêre hebû. Ew jî wekî gelek xwendekarên medreseyan Mem û Zîna Ehmedê Xanî xwendibû û raman a zanistî, mirovatî û netewî pejirandibû. Pirtûka Mem û Zînê, heskirina gelê wî û welatê wî di dilê wî de mezin kiribû.
Bi malbatî pêwendîyên wan bi mala Şêxên Norşênê re hebû. Heta ku Elîyê Ûnis gundê Reşedara ku bi Hezo ve girêdayî ye, ji Şêx Ehmedê re ji Filla kirîbû. Ji aliyê dê ve bi mala Hisên Paşa û rewşenbîrê kurd yê welatparêz re têkilî û girêdanê wan yên qewî hebûn.
Ji bo dewleta tirk, Mala Elîyê Ûnis, tahlukeyekî potansîyel bû. Ji ber ku di salên 1925an da xwîya kiribû ku ev eşîr ji her kesî bêhtir lingê wan erdê digire û teslîm nabin. Dewlet ji alîyekî ve dest neda wan, ji aliyê dî ve jî li pey fen û fût û komployan bû. Dewleta Tirk gumana serhildanekî qayim ji wan dikir. Ji ber vî jî mifettişê umumî Îbrahîm Talî, ku ji herêma Kurdistanê berpirsîyar bû, gelek cara Evdirehmanê Eliyê Ûnis û Felemezê Cemîlê Çeto dawetê Dîyarbekirê dikir û bi rojan li ba xwe mêvan dikir û qedrê wan digirt. Diyar bû ku eşîra Mala Elîyê Ûnis mîna barudekî li hêvîya çirûskekî agir bû.
Piştî ku birayê Evdirehman ê herî mezin Mihemedê Elî çû ser dilovanîya xwe, serkêşîya Eşîra Mala Elîyê Ûnis ji Evdirehman Axa re ma. Evdirehman Axa, nêzîkî gundên xwe yên çîyê (Mêrgan, Malaşeref, Newala, Trop…) çend gund jî ji deştê kirrîbû. Ew bi xwe li Sêvika bi cîh bû. Li wir bi gorî îmkanên wî wextî dibistanekî bi kurdî vekir û dersên zarokan dida.
Rojekî Mifetişê Umumî Îbrahim Talî, ji Diyarbekirê diçe Wanê. Berîya bigîjin Zîyaretê, Evdirehman û çend pismamên xwe diçin pêşîya wî. Mifetişê Umumî, bi gazin ji Evdirehman re dibêje: “Evdirehman Axa ev dostanîya te weha ye, min digo hê ez li Bismilê me tuwê werî bixêrhatina min, tu li serê vî çîyayî têyî pêşîya min?” Evdirehmanê Elî jî dibêje: “Ez im ku li vir jî hatime pêşîya te. Li ser îftîrayekî, Sawcîyê Zoqê ji her yekî zarowê Elîyê Ûnis re 15 sal bi giyabî girtîgeh hikim daye.” Mifetişê Umumî Îbrahîm Talî dibêje: “Ez niha diçim Wanê, di zîvirandina xwe de ezê vî meseleyê çareser bikim.” Mifetiş, emir dide sawcî ku bi lez û bez van biryara bide îptalkirin her bi çi awayî be. Mifetiş, di Komara Enqere de Padişahê welatê kurda bû. Li ser vî talîmatî Sawcîyê Zoqê teblîxat derdixe ku zarowê Elîyê Ûnis herin dadgehê îfade bidin. Evdirehmanê Elî, teblîxat distîne û ew jî teblîxatekî ji sawcî re rê dike. Dibêje: “Eger hûn dadgeh bînin gundê Ceznikê(ev gund di navbera Zoqê û Hezo de ye û di bin bandora Evdirehman de ye), emê werin îfade bidin, yan nexwe em nayên Dadgeha Zoqê.” Sawcî qebûl dike. Roja ku hatîye belîkirin heyeta dadgehê tê gundê Ceznikê. Zarowê Elîyê Ûnis jî, der û dorê gund bi çekdarên xwe dorpêç dikin û yek bi yek diçin heyeta dadgehê. Li heyeta dadgehê, tenê navê xwe û bavê xwe dibêjin. Îfada wan sawcî dide nivîsandin. Piştî heyeta dadgehê dizîvire Zoqê, ji hemû zarowê Elîyê Ûnis re biryara beraatê dertîne.
Qemçûra(vergî) ku dewletê di welatê Xerza de dicivand, di bin bandora Evdirehman Axa de bû. Evdirehman, ne dihişt tahsîldar here zorê li gundîyan bike. Ewî qemçûr dida civandin, piştre tahsîldar dihatin jê distandin. Heta berî ku serhildana duwemîn yê Sasun(1934-1937) çêbe, serleşkerê Qeza Zoqê dibêje: “Evdirehman Axa, di welatekî de 2 dewlet çê nabin, yan tuwê hebî yan jî dewlet.”
Di Payîza 1934an de şeveqekî hê tav ne daye der, bolukek leşkerê Zoqê bi ser gundê Evdirehmanê Elî, Sêvika ve digire. Li gund lêgerînekî leşkerî dikin, bêyî ku tiştekî û kesekî bigrin vedigerin Zoqê. Piştî vê lêgerînê bi çend roja çawîşek û 8 leşkerê gundê Koxê têne Sêvika. Dixwazin Evdirehman bigrin û bibin Zoqê. Lêbelê Evdirehman ji ber ku nexweşe, ji leşkeran re dibêje ancax piştî başbûna xwe dikare were Zoqê. Yuzbaşîyê Zoqê, Evdirehmanê Elî sax an jî mirî bi lez û bez dixwest. Li ser îsrarkirina çawîşê leşker, ku dixwest Evdirehman bi zorê bibe Zoqê, minaqeşe û qirên derdikeve. Di vî gelemşeyî de leşkerek û birayê Evdirehman ê bi navê Şêxo têne kuştin. Piştre leşker hespê xwe dihêlin û direvin diçin. Evdirehman; bi birayên xwe ve malbatên xwe hildidin û diçin gundê xwe yên çîya: Mêrgan, Malaşeref, Newala, Trop… Ji payîza 1934an heta payîza 1935an dewlet bê deng dimîne û tû midaxele nake.
Di vî navbeynî de herdu alî jî amadekarîya şer dikirin. Sebebê vê bûyerê jî nameyekî gilîyê bû. Ev name bi teşwîqa dewletê tête nivîsandin. Usiv Begê Beybo (Usiv Toprak), ev name ya gilîyê weha nivîsandiye: “Hikumeta Fransa, ji Surîye, bi barên hêstiran sîleh û cebilxane bi alîkariya Mala Haco û Ermenîyan gihandiye destê mala Cemîlê Çeto. Wan jî ev cebilxana gihandine Mala Elîyê Ûnis. Mala Elîyê Ûnis jî van sîleha wê li xelqê bela bikin û li himber dewletê rabin û wê dewleta Kurdistanê çêkin.” 5 kes jî wek şahit Usiv teyîd dikin: Mahmud Begê Zoqê, Reşîdê Sosê (ji Girêkelo), Hesenê Gênco(ji Milefan), Hesê Reşê Çirî û Feqe Ehmedê Reşîdê Remezanê Herbelusî. Ev gilîya ha çirusîya agir digihîne barudê.
Dewlet li vî welatî ne desthilatdar bû. Di serhildana Sasun a Yekemîn (1925-1928) de ne gihabû armanca xwe û eşîrên ku bîrdoziya welatê xwe dikirin hêjî xurt bûn. Gefe refa Hikumeta Tirk ji vir dihat, dixwest her bi çi awayî be van kes û eşîran bipişêfe. Li ser vî nameyî Hikumeta Tirk, li herêmê kesên ji xwe re wekî dijber didît û ku bîrdozîya kurdînî bi wan re hebû wan digirt dixist girtîgehê. Feremezê Cemîlê Çeto, Resulê Mihemed û gelek serekeşîr hatibûn girtin. Dora Evdirehmanê Elî bû, lê belê ew ne pariyekî bi hêsan bû, di berdestkirina wî de dewlet bi ser neket.
Evdirehmanê Elî, di Serhildana Çîyayê Sasun a yekemîn (1925-1928) de ji bo serokê hereketê Mihemedê Elî re şêwirmendekê gelek girîng bû. Di şer de gelek pêwendîyên civakî û sîyasî bi taybetî pêwendîyên bi dewletê re Evdirehman saz dikir. Evdirehman, him bi Tirkî dizanîbû him jî usil û erkanê civakî baş dizanîbû. Evdirehman bi malbatên xwe ve li gundên çîyê çêtir dikaribûn xwe bi parêzin. Eger li wan biqewimiya nêzîkê çîyayên xwe bûn.
Di havîna sala 1935an de qolordiya Dîyarbekir dikêşe ber Hezo. Li Deşta Dena çadirên xwe vedidin. Serleşker jî li qişlê bi cîh dibin. Leşkerên Sêrtê, Muşê, Çewlîgê, Mêrdînê û Bilîsê yekser bi ser çîyayên Sasun û Hezo ve digirin. Ji Farqînê (Silîva) heta Motka, Zîyaretê, Sasun û Hezo, ji aliyê Dewleta Tirkan ve Herêma Qedexe (Mintika-î Memnu) tête îlankirin (10.07.1936). Dewlet, nahêle tu kes bikeve vî herêmê. Însanên meyldarê Mala Elîyê Ûnis, têne gullebarankirin, gelek kes di xanîya de bi saxî dihatin şewitandin. Bexçeyên wan û daristanên ku di sed salan de şîn bûne têne şewitandin. Gelek malbatan bi hovîtîyek bê emsal ji gundên wan deranîn û bi pîya berê wan dane şafirên (stepên) tirka(nava Anatolê). Bi gorî dewletê ev însanên hanê hov bûn û pêdiviye bihatana “tedîp” kirin. Ji ber vî jî navê Serhildana Sasun di qeydîyên dewletê de bi “tedîp, tenkîl û temîzlîk harekatı” tête binavkirin. Eger bivê, wekî çend mînaka mirov bibêje: Li gundê Îngozîk dor û berê 70 kes(jin, zarok, kal) têne gullebarankirin. Zarokekî li ber şîr ku berik lê ketibû, şûna xwînê şîr jê diherikî. Li gundê Kuskêt, piştî ku gundîyan dikujîn, agir berdidin kewarê mêşa, hingiv wekî leyî di cêwê de diherike. Bi kûrtayî, mirov dikare bibêje ku dewlet bi vî kiryarîya Herêma Qedexe; wekî ku av ji ser masiya bê birrîn û dînamêt di nav koma wan de bête teqandin kiribû. Wî wextî serleşkerê Tirk, Osman Tufan Paşa ye. Osman Tufan, gelek nêzîkê Ataturk û Înonî ye. Di pey wî de esas birêvebirê şer(ji bo demekî) Yuzbaşî Cemal Madanoxlu ye. Madanoxlu, di pirtûka xwe ya bi navê Serpêhatî(Anilar) de bi yek rêzekî wê wahşetê teyîd dike. Evî tiştî jî teyîd dike ku, tekoşerên Evdirmanê Elî heta ji wan bihata li leşkerê bêritbe nedixistin û dîsa jî leşker di wî çîyayî de tim diket kemînê. Mala Elîyê Ûnis û leşker bi ser ne diket. Rêxistina Evdirehmanê Elî (bi eşîra xwe û digel eşîrên di serhildanê de) ji dewletekî ku li ser 3 qitayên dinyayê hikim kiribû, bêtir bi rêk û pêk bû. Evdirehmanê Elî bi hejmarekî hindik çekdar ve bi artêşeke ji hêza xwe gelek zêdetir re şer dikir.
Artêşa Tirk, rastê şikestên dijwar dihat û bi tu awayî nedikarîn vî ‘pirsgirêkê’ çareser bikin. Gelek leşkerê ku bi taybetî hatibûn perwerdekirin û li çîyayê Dêrsim li hember kurdan şer kiribûn, anîn çîyayên Sasunê. Lê belê ew hêzên wan jî têkçûn. Li herêmê ji hinek kes û eşîrên şolyekbir hebûn. Evdirehmanê Elî, Artêşa Tirk bê mefer kiribû. Li ser vî ku ji şer tû encam nayê sitandin. Cemal Madanoxlu diçe bi Evdirehmanê Elî re dipeyive û ku îmkan hebe ji bo Evdirehman teslîm bibe wî îkna bike. Osman Tufan Paşa, ji bo vî hevdîtina Cemal Madanoxlu xwe ne qayîl dike. Bi gorî wî, çênedibû ku dewlet bi eşkîyan re bipeyive, divê wan bigire yan jî bikuje. Cemal Madanoxlu, ji Evdirehman re dibêje xwe teslîm bikin. Evdirehman jî, dide dîyarkirin ka li hemberê çi ev teslîmîyet tê xwestin, eger dewlet bextekî ku pê ewle bibin bide yan jî daxwîyanîyekî ku pê bawerî bînin bide, dibe ku li ser nîqaş bikin û hevdîtina pêk bînin. Belê Osman Tufan Paşa li ser fermana Ataturk, bê qeyd û şert teslîmbûn yan jî di komkujîyê de îsrar dikir. Li ser vî helwesta dewletê Evdirehmanê Elî ji Madanoðlu re dibêje: “Ezbenî; yê we dewlet, paşe û generalê we hene, yê me jî Xwedayê me û çîyayên me hene” û pişta xwe dide çîyayê Sasun: Karmelêh, Şelaş û Arzîv. Eger karbidestên Dewleta Tirk zanibûna ku werin, wê gazî hemî dinyayê bikira ku di hewara dewleta wan de bihatana. Di dawî de Artêşa Tirk dest bi karanîna balafiran kir. Bi gorî agahîya, piştî bi karanîna balafira nexweşînên bi birînê xedar bi xelqê re çêbûn. Ev jî şipha bikaranîna dermanên kîmyewî tînê bîra mirovan.
Evdirehmanê Elî, ji 1934an heta 1937an şerrekî bi mêrxasî domand, lê belê cebilxanê wî kêm dibûn û pêwendîyên bi dervayê herêma wî re gelek zehmet bû. Di dawîya 1937an de 2 sendoq berikên nû, ji Sêrtê ji kaçaxçîyan dikire. Evdirehman, sendoqek li çekdarê xwe bela dike û sendoqek jî ji eşîra Musîyan re bi rê dike. Berîya ku bi van berika di şer de bikarbînin, pê dihesin ku ev berikên hanê sexte ne û namluyê çekan diqelêşin. Piştî vî bûyerê Evdirehman, Derwêşê birayê xwe rê dike bin xetê(Surîyê). Derwêş diçe li wir bi Komara Fransayê re pêwendî datîne. Gotinê Evdirehman ji nunerê Fransizan re dibêje:” Eger hûn alîkarîya çekan bi me re bikin, em li çîyayên xwe serdestin û emê karibin xelqê xwe biparêzin…” Fransiz ji bo alîkarîya çek û cebilxana didin dîyarkirin ku di rêya reşayiyê de îmkana neqilkirina malzemeyan tineye. Eger cîyekî musaît hebe bi balafiran wê malzeme neqil bikin. Evdirehman ji wan re 2 cih nîşan dide: Di çiya de Madeqnî ya Modkan û Deşta Hovê. Balafirên keşfê yên Fransa, tên li van cîya dinihêrin û bê îmkanîyetiya danîna balafiran yê teknîkî didin dîyar kirin.
Evdirehmanê Elî ji bo serketin û domandina serhildanê hemû rê ceribandin. Di dawî de dora bê meferiyê gihîşte. Çê nedibû ku xwe teslîmê dewletê bikin. Teslîmîyet, aqubeta Şêx Seîd bû. Ev tişt eşkere bû. Her çiqas karbidestên dewletê sed sondê namusê dixwarin jî, Evdirehman ne di xavîtîya xapandinê de bû. Hêzên xwe yê çekdar û malbatan dike qisim qisim. Her qismekî di guzergahekî cûda de rê dike. Ji tekoşeran ku navên wan ketîye kilam û stranên kezebşewitî; Elî(kurê Mihemedê Elîyê Ûnis e), Mahmê Xelîl(Kurê Xelîlê Elîyê Ûnis e), li çemê Batmanê li Newala Qeremusê li ser gilîyekî bi leşkerekî giran re şerekî bi mêrxasî dikin û her sê jî şehît dikevin. Mistêyê Elîyê Ûnis, Derwêşê Elîyê Ûnis, Nisredînê kurê Derwêş, Evdê kurê Evdirehman, Fadlîyê kurê Mihemedê Elîyê Ûnis û Kazimê kurê Ûnisê Elîyê Ûnis jî berê xwe didin bin xetê (Surîye). Digehin binê Eskîfê pêşberê gundê Xindukê. Mistê, li ser limêja şeveqê ye û bi derba leşkeran tê kuştin. Bi bêbextîya rêberê wan her pênc kes dikevin destê leşker û wan dibin Dîyarbekirê. Serleşker bi Quran û namusa xwe û sed sondî xwaribû ku tu xerabî nayê serê wan. Kesî tû agahî ji van mirovan negirt. Hatin gullebarankirin, hatin şehîtkirin, hatin şewitandin, her bi çi awayî hatin windakirin ne dîyare. Di qeydên dadgeh û leşkeran de jî navên wan derbas nabe.
Malbata Mala Elîyê Ûnis derbasî bin xetê dibin û îltîcayê Fransa dikin. Li welatê xwe dibin penaberê bîyanîyan. Ev rewşa hanê ji Evdirehman re gelek giran tê, belê şoreşa netewî di ramana wî de projekî ye ku nikare dev jê berde ye. Piştî demekî ji Qamişlo diçe Hisîça. Berîya ku Evdirehman here bin xetê gelek rewşenbîrê kurd jî, ji ber Dewleta Tirk revîyabûn û bi penaberî li wir dijîyan. Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşa, Doxtor Nafiz ji van ronakbîran bûn. Evdirehmanê Elî, pêwendî bi hemû rewşenbîrên kurd re danî û piştre tevlî rêxistina Xoybûnê bû. Ewî li ser girîngîya pêwendîyên navnetewî radiwest. Bi hikumeta Fransa re hindek pêwendîyan saz dikir. Dema Şerê Cîhanî yê Duwemîn dest pê kir, ronakbîrên kurd civînekî li dar dixin. Li gorî biryara dawî, piştî ku şer xelas bibe pêdivî ji vêga ve xebatekî navnetewî hebe ji bo ku kurd jî karibin mafê xwe yê netewî bi dest bixin. Evdirehmanê Elî jî tevlî civînê dibe. Bi gorî biryara rêxistinê, Evdirehmanê Elî û Ekrem Cemîlpaşa, pêdiviye ji bo pêwendîyên dîplomatîk herin Rusya. Li ser vî Evdirehmanê Elî diçe Beyrudê ba Garo Sasunî hindek ewraqên tarîxî jê werdigre. Rojekî Elî Axayê Zilfo û yekî dî bi mêvandarî diçin mala Evdirehman. Dotira rojê Evdirehman, ji bo mêvanên xwe bi rêke ser xetê, diçin stasyona trênê. Rêya trênê ji Tirkîyê derbasî Surîyê dibe, piştre dîsa dikeve tixubê Tirkîyê. Evdirehman bi mêvanê xwe re li trênê siwar dibe ku wan bi cih bike û vegere malê. Evdirehman li trênê siwar dibe nabe, trên hereket dike û konduktor derî digre. Evdirehman dike ku peya bibe, konduktor dibêje: “Bisekine, trên naçe, manewra dike” çiqas diçe trên surata wî zêde dibe, pêre pêre çend heb leşker tên Evdirehman digirin. Li ser û berê wî digerin, demança wî û ewraqê wî jê distînin. Di vî navbeynî de trên digihê Nisêbînê. Evdirehman fêm dike ku bi komplo hatiye revandin. Bi lez xwe di kuleka trênê de davêje û dibeze. Leşker jî didin pey, belê ew xwe digihîne nav hinek dar û beran, rêça xwe winda dike. Heta êvarê xwe li wê derê diveşêre û di tarîtîyê de di tixub de derbasî bin xetê dibe. Di wê gengeşeyî de ser û mil û lingên wî birîndar bûne. Piştre li ser daxwaza Dewleta Tirk, Hikumeta Fransa, wî ji Hisîça nefîyê Şamê dike, ji bo ku ji tixubê Tirkan dûr bikeve. Piştî 1950yan ku Demokrat Partî li Tirkiyê dibe hikumet, efû derdixe. Qismek ji malbata Mala Elîyê Ûnis dizivirin Kurdistana Bakur. Walîyê Dîyarbekir, ji birazîyekî Evdirehman re dibêje: “Bila Evdirehman jî vegere, efû derketîye tiştek jê re tineye, eger were ez ê alîkarîya wî bikim.” Evdirehman gelek gotin û sozên bi vî rengî bihîstibû. Ji bin xetê ne zivirî û bi hesreta welatê xwe yê azad jîyana xwe ji dest da. Evdirehmanê Elî, dil zîzîya xwe û wefadarîya xwe, carna bi çend gotinên kurt ên edebî dianî ziman. Yek ji wan ev e:
Ditirsim ey weten bimrim, nebînim bextîyarî tu
Dîsa li bin pencê sitem bi ah û nal û zarî tu
Dil û canê min bi gorî çûn jî daxwaza miradaî tu
Binûsin li ser qebrim weten xemgîn û min xemgîn.
Yek jî li ser rehmetkirina Şêx Dîyadîn(Hezret) gotîye:
Sala sê sed çil me borî
Ji hicreta xeyrulbeşer
Dernehê mahê Sibatê
Cuma bû weqtê seher
Ronîya min da cewabên îrciu cael qeder
Evdirehmanê Elî, jîyanekî bi rûmet derbas kir û ti caran dev ji helwesta xwe ya şoreşgerî û neteweyî berneda. Piştî jiyanek û tekoşînekî dûrûdirêj, di sala 1956an de diçe ser dilovanîya xwe û li goristana Dugirê tê veşartin.
( M.Çiyayî )
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder