Em navê camêrekî welatparêz, rojnamevan û nivîskarê mezin, Xelîlê Çaçan Mûradov ê rehmetî careke mayîn bi dilekî baristan bi bîr tînin. Ewî di nava 24 salên (ji sala 1957a hetanî sala 1981ê) serokatîya radîoya kurdî li Yerêvanê karê ji bo çend deh mîlyon kurda û çendikûçend sedsalan kirîye.
Mêrekî maqûl ê giran bû, pêra jî berbihêr û rûnerm. Û hema bi wî xeysetê xwe yî qenc ewî, wek dibêjin, qedrê xwe di destê xwe da xweyî dikir û rûmeteke bilind qazanc kiribû.
Çaxê ez îro derheqa Xelîlê Çaçan da dinivîsim, dixwezim seba xwe û xwendevanên kurd zelal bikim, ka kîjan e û çiqas e emekê wî di nava dereca pêşdebirina çand û edebîyata kurda da bi temamî û xasme li Ermenîstanê. Li pey mitalên demdirêj ra min sê şertên kêrhatî cuda û kivş kirine, nava kîjan da keda Xelîlê nemir gelek e.
Berê ewilîn ew teşkîldarekî zor û dûrdîtî bû. Ewî dora xwe – redaksyona xeberdanên kurdî da – hêzên ronakbîr ên kurdên jêhatî civandin ser hev û hereketê wan da xerckirinê bona hişyarkirina gelê kurd, yê ku îro di Kurdistanê da şerê azadaî yê çekdarîyê xweş kirîye. Wek welatparêzekî şewat ewî rê dida propagandakirina bîr-bawerîyên rizgarkirina gelên bindest û xasma yê kurd. Û di wê derecê da ewî carna nevs û qulixa xwe dikire bin qezîyayê, ji ber ku gelek cara sînorê sîyaseta dewleta Sovyetê diteriband. Kê nizane, ku dewleta Sovyetê herdem dilê wan dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn dikirî, ku Kurdistan di navbera wan da hatîye parçekirinê, ku bi wê yekê meramên dewletên Roavayê yên xirab hindava xwe da tevlîhev bike. Û hedê (rîsk, culet, turuş) kesekî tunebû tixûbê vê sîyaseta resmî serobin bike. Lê car-carna bi saya Xelîlê Çaçan ew tixûb bi fesal dihate teribandinê ji bo kara gelê kurd.
Xelîl Mûradov hereketekî mezin xerc kir seba bi hezara nimûneyên hunermendîya kurda ya sitranbêjîyê ji wundabûnê xilaz bike û ser qeytanê qeyd bike. Ez şahidê wê yekê bûme, ku bi çi teherî dengbêj û sazbendên kurd redaksyona xeberdanên kurdî da dicivîyan û gele cara hema odeyên wê da ceribandin derbaz dikirin. Dengê def, zurne, mey, bilûr, dihol û tembûra kurdî herdem li avayîya radîoyê bela dibû û xelkê digot: “di Redaksyona xeberdanên kurdî da her roj dewat û şayî ye…”.
Bi saya Xelîl Mûradov bi sedan nimûneyên sitran û miqamên kurdî fonda radîoyê dewlemend kirin û îro radîoguhdar bi wana şa dibin. Xên ji sitran û miqaman, hêna wî da gelek radyokompozîsyon (şano, pîyês) hatin hazirkirinê ser hîmê radîopîyêsên nimûneyên zargotina kurdî, nivîskarên kurd û ermenî.
Xelîl Mûradov bilî vê karkirina teşkîldarîyê ya giran û rûmet, pêra digîhand ya efrandarîyê jî mîyaser dikir: wek rojnamevan û nivîskar. Ew xudanê 5 pirtûka û bi seda miqaleya ne.
Bi saya welatparêzî û xerîbdostîya serokê radîoyê bû, ku gelek kurdên ji welatên derva û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Rehmetî merd-merdane sitranên kurdî dida kurdên Kurdistanê û bi wê yekê kareke mezin dida şuxulê propagandakirina hunurmendîya kurdî ya dengbêjîyê.
Bermalîya wî – Eznîva Reşîd ji sala 1955a (ji destpêkê) hetanî sala 1982a peyvkara (spîkêr) radîoya kurdî bûye. Kurê wî – Têmûr rojnamevan e. Bêtirî 20 sala di rojnameya “Riya Teze” û “Dengê kurd” (Golos kurda) û radîoya kurdî ya Yerîvanê da kar kirîye, endamê Yekîtîya Rojnamevanên Moskow e. Keça Têmûr-Mîdîya, keça kurda ya yekemîn e, ku fakûlta rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Moskow ya dewletê xilaz kirîye. Gotarên wê di rojnameyên “Dengê Azadî”, “Armanc”, “Riya Teze”, “Sûdarûşka” (bi rûsî, li Moskow) û cîyên mayîn da çap bûne.
Bi tevayî 4 kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonal 80 sala xizmetî çand û edebîyata kurdî kirine, gelek nimûneyên folklora me ji wundabûnê parastine. Ev rêkoreke taybetî ye di nava dîroka rojnamegerîya kurdan da.
Em îro nivîskar û rojnamevanê kurda yê mezin Xelîlê Çaçan Mûradov bêyî hazirîya wî bîr tînin, lê baristanîya ber dilê me ew e, ku karkirina wî ya welatparêzîyê wê ji bo geleka bibe nimûne. Bextê me tenê alîkî va lê xist, ku serokê radîoya kurdî ew bû. Eger yekî dinê bûya, kê zane, dibe ewqas nimûnên zargotina me ne bûna milkê gel.
Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata kurdî bi herfên zêrîn hatîye morkirinê.
Gotinên mirovên navdar derheqa Xelîlê Çaçan da
Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan – wî peyayê payebilind – xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va wunda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbateke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.
De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş bike.
Cegerxwîn.
Rola radyoya kurdî ya Yerêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.
Mistefa Barzanî.
Xelîlê Çaçan, hiş û mêjûyê radyoya kurdî ya Yerêvanê bû.
Qanatê Kurdo
Xelîlê Çaçan, pey xwe ra ji bo gel 1800 sitran, 40 pîyês-şano, 5 pirtûk, bi dehan gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jîya. Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîya? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.
Hecîyê Cindî
Mirin ya hemû mirovan e. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirî ye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin.
Mehmed Emîn Bozarslan.
Ji wan 1400 sitran û miqamên kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berhevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî.
Emerîkê Serdar
Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.
Fêrîkê Ûsiv
Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, di vî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digerîya, gotin û sitranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket.
Baxçoyê Îsko
(Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Gurcistanê)
Ez bi navê kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgînîya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:
De xatirê te, lawê kurda yî qenc û delal,
Te sefera xwe xilaz nekirî gihîştî li mal,
Zû-dereng emê bi te ra bibin heval,
Bira kevirê gorê ji te ra bibe belgîyê berpal.
Medoyê Elî
Dû mirina Xelîlê Çaçan ra helbestvanê bi nav û deng Çerkezê Reş ji bo bîranîna wî helbesta “Zar-zimanê min nagere” nivîsî, ji bo sitiranê jî sazbend Xelîlê Evdile jî mûzîka wê çê kir.
Zar-zimanê min nagere…
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo…
Hey wayê, hey wayê, hey wayê, lê xweyo…
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wa nabe,
Tu karî dijmin ra mêrkîmî cî rabe…
Wax cînarno, zarê min nagere-ez vê sibê heydadê,
Dost-pismama, xêrxaza, kinêza daxim, di rîya xwedê,
Ezê çawa elamkim-bavê min ji dinê xeyîdî, xeyîdî…
Dil lê mayî-pişta xwe wê da-çû îdî, çû îdî…
Ezê pirs kim ji teyra: çerxa me çima çep dizivire,
Qoçfelekê çima ji hev qetandîye destê bav û kure,
Xêra mala xwedê ra, bira cab bela bûya hewatê, hewatê…
Heta mêrê olimê bihesîya cegera şewatê, şewatê…
Çiyakî mîna Girîdax ça hat xwarê,-ewir giryan,
Tilî-pêçîyên ser kaxez-devtera, gidîno, min biryan,
Ezê rabim cabekê bişînim wan kewên gozel ra, gozel ra…
Bira lez bên, beyta dil bixûnin mêranîya enzel ra, enzel ra…
Recadarim qulingno, hûn zanin riya gelîyê Lalişê,
Kanîya Sipî peya bin, çilke av ca bînine vê hewşê,
Rêva çaxê ber perê esmana hûn sekin kurmancî, kurmancî…
Ax, bawerkin, wekî hê ew Xelîle ser kanîyê duaçî, duaçî…
Berhemeke Xelîlê Çaçan bi sernavê
“Benê Min Qetîya“
Hinek qewmandin, ku bi sal û zemana ji bîra meriva naçin, lê wextê derheqa pirsêd usa da gilî li gilîya dikeve, tu jî dixwazî derheqa wê qewmandinê da cimetê pê bidî hesandinê.
Ez jî îro dixwazim derheqa qewmandineke ecêb ji xwendevana ra bêjim, ku min xortanîya xwe da bihîstîye.
Ez ancax 16-17 salî hebûm, teze li nehîyê da ketibûme ser xebateke sivik. Rojekê ez çûme gundekî kurda. Ez navê gund nadim, çimkî ew gunda niha ser xerîta Ermenîstanê tune, binecîyêd wî yê berê niha hatine deşta Araratê, ji xwe ra gundekî teze çêkirine. Ez çûme nivîsxana şêwra gund, min karê xwe xilaz kir û dixwest ji nivîsxanê derketama, pizmamê me – Efendî nêzîkî min bû, got: “Birê apê xwe, kerem ke em herne malê, hine nan bixwe, hêsa be, paşê lêde here, ku sibê birakê min pê bihese ku tu ji gundê me bê ezet û qulix çûyî, wê çi ji me ra bêje?”
Ez pê ra razî bûm û em ji nivîsxanê derketin. Hela em çend gava ji nivîsxanê dûr ketibûn, me dît jineke navsere berbi me tê û wê çend gilîya jî, ku me tesele nedibû, ser hev diwekilîne. Ji revaçûyîn û gêla wê ra dihate kivşê, ku ewe ne ser hişê xwe bû. Porê wê yê sipî, ku ser serî bibû gijik, ketibû ser çavê wê, ber û pêsîrê wê vekirîbûn, hine kinc-mincê peritî lê bûn, cote şimikê qul-qulkî di lingan da bûn.
Apê Efendî merîkî zane bû, ewî bire misiletê, ku ez cahil im, dibe ji vê kulfetê fikara bikim, yanê bitirsim, bona wê yekê jî heta ewê ra nêzîkayî li me kir, apê Efendî min ra got:
-Eva kulfeteke belengaz e, nav gund digere, lê tu ziyanê nade kesekî.
Wextê ew nêzîkî me bû, kete ser çoka û hate lavaya-dîleka, got: “Na, ez gunekar nînim, min qestîka ne kir, benê min qetîya, neçin, ezê jî bêm…”
Ewê ev gilî ser hev çend cara wekiland. Paşî van gilîya ewê hêrsa xwe rakir, kef li dev ket, çengûyêd xwe yê bê diran li hev bir-anî. Xêlekê şûnda rabû, bi melûl riya xwe guhast û çû.
-Belengaza Xwedê,- apê Efendî got,- eva 30-40 sal e, ku ew van xebera diwekilîne, kê zane hela ewê çendikûçend salan jî van xebera biwekilîne.
Min tiştek ne ji gotina wê hurmetê, ne jî ji gotina apê Efendî fam nekir, lê min tenê tiştek bir misiletê, ku derdekî giran ev belengaz kirîye vê rojê, lê gelo çiye? Apê Efendî îdî hêvîya pirsa min nesekinî, ewî xwe bi xwe dest bi serhatîya vê hurmetê, neynesîya dînbûna wê kir.
-Kî tê gundê me, çav vê belengazê dikeve, yêd serhatîya wê zanin, gunê xwe lê tînin, lê yêd derheqa wê da nizanin, hinek jî pê dikenin.
Apê Efendî qulapeke kûr li miştika destê xwe xist û gilîyê xwe dîsa pêşda bir. Lawo, ya hatîye serê vê kulfetê, bira neyê serê gurê çiya, gur jî gune ne.
Hela em li êlê bûn, li welatê kal û bavê xwe bûn, mihacir ne bûbûn, nehatibûne vira. Gundê me hewqas mezin nînbû, weke 100 mal tê da hebû. Xwedê xirab bike edetê berê û ev ber û qebîlêd me yêd kurmancîyê, wî gundê me yî biçûk da 3-4 qebîl û çend ber hebûn. Tu were binhêre, ku ew hemû ber, yek dijminê yekê bûn, wan ser ti-tune şer dikirin. Hela gelek cara jî mêr ji hev dikuştin. Ew dijminaya wan bi sal û zemana dikişand. Lê zara û cahila ew dijminayî çi fêm dikirin, ew bi hev ra mezin dibûn, dilîstin, mêla xwe didane ser hevdu, lê gelek cara jî xort û qîz jî li ser hevdu bengî dibûn. Qîz û xortê wan bera û qebîla bi ya dê û bavê xwe ne dikirin, kîna dijminatîyê ne dikişandin. Lê bavêd qîza tu cara razî nedibûn, ku qîza xwe bidine dijminê bera xwe, lê bavê kur jî qîza dijmina ji kurê xwe ra nedixwest. A bi vî cûreyî ev edetê kevin dibû sebebê gele-gele bext û miraza.
-Ev edetê kevin bû sebebê bext û mirazê vê belengaza Xwedê û hevalêd wê jî. Biharekê ez wextê te yî niha da bûm,- pismamê min gotina xwe pêşda dibe,- eva hurmeta jî, ku navê wê Zozan e, îdî gihîştî bû, wextê wê û mêra bû. Zozan notila hîvê diçûrisî, meriv heyr û hijmekar bû li bejn û bala wê binhêrîya. Çavêd gele xorta lê bû, lê ewê tu yek begem nedikir. Lê wextekê dilê Zozanê û du qîzêd bereka wan dikeve sê xortêd bereka dijminê wan. Çawa qîza, usa jî xorta zanibûn, ku dê û bavê wana qayîl nabin, lê gelo hizkirin bera û dijminayî dipirse? Piştî ku ev yek di nav gund da dibe şarewar, ku dilê hinek xort û qîza ketîye hev, dê û bavê qîza wan dizêrînin, heta nahêlin, ku ewana herin pincarê jî. Ew hersê qîz, ku ji berekekê bûn û mêla xwe dabûne ser hev, hertim berev dibûn, gilî-gazinê xwe bi hev ra dikirin, di ser hev da digirîyan, lê tu yekê çare li derdê ya dinê nedikir.
Min giliyê apê Efendî birî, gotê:
-Apo, eger wana usa ji hev hiz dikir, bira serê xwe hildana, di cîkî da biçûna, dê-bavê wan wê çi bikirana?
-Lawo, tu ser bêga niha diçî, cahilêd niha hemû rê û dirba zanin, her dera dikarin bixebitin û serê xwe xweyî kin, lê cahilêd wî çaxî haj ji bayê dinyayê tunebûn, devgirêdayî bûn, ne zar û ziman zanibûn, ne jî rê û dirb, wê di ku da biçûna? Em bêjin niha jî ku xortek nezanîyê bike qîzekê birevîne, du camêr dikevine ortê, li hev tînin, kuta bû çû. Lê wî çaxî, ew jî berêd dijminê hev, ku qîz ji hev direvandin, mêr dihatin kuştinê. Bona wê yekê jî cahila ku ev yek ber çavê xwe didîtin, tiştê usa ji hezara yekî dikir. Lê her tişt qedera wê heye…
Apê Efendî dîsa axînekê radihêle û gilîyê xwe pêşda dibe.
-Çawa mesela cimeta me dibêje: “Av li gewriyê, gewrî xeniqî”. Ev hersê qîzik dinhêrin dê û bavê wan wê wana bê dilê wan bidine mêr, hizkirîyê wan wê ber çavê wana here yekê dinê bistîne, yek hiltîne ji ya dinê ra dibêje:
-Gelî qîzika, werin em ecêbekê bînin serê xwe, ku em heta-hetayê bibine serê gilî-gotina û em bibine sebeb, ku yê pey me bi dilê xwe mêr bikin.
-Xûna merîyêd cahil hevraz davêje, ewana kin difikirin, -apê Efendî destê xwe li milê min xist û dîsa xeberdana xwe pêşda bir.- Ew usa jî dikevine ber bayê hev û qirar dikin xwe bixeniqînin. Berî vê yekê qirar dikin, ku rastî hizkirîyêd xwe bên, dema xatirê xwe ji wan bixwazin û paşê vê bêdadîyê bikin. Ew cabê didine hizkirîyêd xwe, ku sibê filan sehetê bêne deşta fêza gund, ew bi xwe jî xwe ji malê vedizin û diçine wira.
Ew rastî hev tên, bi hev şa dibin, dilîzin, laqirdîya dikin, lê yek hiltîne ji hersê xortan ra dibêje:
-Hûn zanin, ku em nikarin bigihîjne mirazê xwe. Bona ku em nebine sebebê xûnrêtinê, me gazî we kirîye, ku em xatirê xwe ji hev bixwazin, em ji xwe ra, hûn jî ji xwe ra, herin bizewicin, em destûra we didin, dibe Xwedê li enîya me usa nivîsîye.
Hilbet, xort bawer nakin, dibên eva xweşîyê xwe li me dikin. Xêlekê jî bi hev ra xeber didin û ew xortan bi rê dikin, dibên hûn zû herin, emê pey we bên, bira kes me nebîne. Piştî vê yekê ew diçin derê holikekê dişkênin, benê pişta xwe vedikin, kevira didine bin lingê xwe, ben ber kêranê holikê ra dikin, xatirê xwe ji hev dixwazin, hev maç dikin, dîsa ser hevdu da têr digirîn û radibin bi hev ra ben davêne stûyê xwe, xwe dixeniqînin. Wextê xeniqandinê benê Zozanê diqete, ew nîvxeniqî dikeve erdê, lê paşê wextê ser hişê xwe da tê û hevalêd xwe xeniqî dibîne, hema qijka Xwedê bi xwe dikeve. Wek ku ew bûye sebebê wan, pişt wana va mixenetî kirîye, xwe nexeniqandîye û hertim van gilîya diwekilîne, lavayî meriva dike, ku wê gunekar nekin. Çawa tê kivşê, eva xebera berî dînbûnê ketine serê wê û eva 30-40 sal derbaz bûye, xên ji van xebera tiştekî naynê bîra wê û tu kesî nas nake.
Apê Efendî qisa xwe kuta kir û çawa merîkî barekî giran ji pişta xwe dayne, kesereke kûr rahîşt.
Ez ji vê qewimandinê bûme risas, îdî zarê min nedigerîya, min bi zorekî ev pirsa da wî:
-Lê paşê çawa ew dîtin?
-Em bi gund-gundîtî çend roj li çiya û banîya gerîyan, me ev qijka li çiya, ber zinarekî dît, lê herduyê mayîn jî dardakirî, di holikê da dîtin.
-Lê gelo dê û bavê wan qîzika ji kirina xwe şerm kirin?
-Wê ji çi şerm kirana, lawo, wî çaxî dewran usa bû, edet berk bû, gotina mezina jî gotin bû, ku ewana digot, îdî gilîyêd wana nedihate dutakirinê. Wextê me meytê wana anî gund, şîneke giran kete gund. De gundîn e, hineka kin digot, hineka dirêj, hineka heyfa xwe li wan dianî, hineka nifiran li wî edetê kevin dikir, hineka dê û bavê wan gunekar dikir, hinekên ernûs jî digotin, ku eva riya wan e ku tê da çûn, çima îdî zilam di serê wan da qelîya bûn, gereke eses kurê dijminê bavê xwe bistendana, çi ye. Lê xwezil derdê dê û bavê herdu qîzika, ne xwezil derdê dê û bavê Zozanê, ku dîn bûbû. Dê û bavê wê hertim digotin, xwezila ew jî notla yêd mayîn bixeniqîya, ji dinê xilaz bûya, ne ku bûbûya robet, biketa dinê. Dê û bavê belengaz haqas çerçirîn, birine ser doxtira, ber şexs û ziyareta, ber mala, ser mella, lê tiştek jê çênebû. Diya wê ya belengaz piştî çend sala ji kerban mir.
Heta bavê wê sax bû, bavê xweyîtî lê dikir, piştî bavê, birayê wê xweyî dikir, lê birayê wê jî çû şer, nehat. Niha ew wehîd maye, rojê di mala gundîkî da radizê, her yek xêra dê û bavê xwe kincekê lê dike yan hinek nan didê. Xwedê buhustek ax nadê, ku here ji xwe ra xilaz be.
Paşî qisa xwe, apê Efendî ji me ra hurmet kir û li ser nan me ra gilîkî dinê dikir, xeber dida, lê wekî ku min tiştek nedibihîst, hela dengê wê hurmetê, lavayê wê guhê min da bûn: “Ez ne gunekarim, benê min qetîya, bisekinin, ezê jî bêm…”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder