“Ziman bingeh û binaxa yekîtîya endamên milet e,
çeka serbestî û serxwebûna wî ye.”
Qanatê Kurdo
Bi sedsalan dagirkeran rê li pêşîya pêşveçûna gelê kurd girtine, her tişt kirine, wekî ew ji dîrok, ziman û çanda xwe bêpar bimîne. Lê dîsan jî kurda her firsend, îmkanên heyî bi kar anîne ji bo parastin û pêşvebirina kelepora xwe ya netewî. Di vê pirsê de nimûna kurdên Yekîtîya Sovêta berê balkêş e. Her çiqas jî jimara wan ne mezin bû, lê dîsan jî li gor îmkanên heyî, di demeke kurt de ji nav wan gelek zanîyar, nivîskar û sîyasetmedarên naskirî peyda bûn ku gelê xwe û çanda wî xwedî derketin. Ji wan navdarên kurd yek jî doktor, profêsor Qanatê Kurdo (Kûrdoyêv) bû, ku seranserê jîyana xwe da lêkolîna ziman, dîrok, êtnografîya û wêjeya kurdî, amadekirina kadroyên kurdnasîyê.
Qanatê Kurdo 12ê Îlonê sala 1909an li gundê Sûsiz, qeza Dîgorê, devera Qersê, di malbeteke kurdên êzdî de ji dayîk bûye.
Di salên Cenga Cihanî yê Yekemîn da, malbata Qanatê Kurdo jî mîna bi hezaran malbatên kurdên êzdî mal û milkê xwe, welatê kal û bavên xwe dihêle û ji ber zilm û zora Roma Reş koç dike Ermenistana îroyîn. Lê Ermenistan bi xwe wêrankirî û bi peneberên ermenî ve tijî bû û malbata Qanat ji wir jî diçe Tilbîsê.
Sala 1921ê bavê Qanat diçe ser dilovanîya xwe, dayika wî jî didine mêr û Reşîdê (bavê min-T.R) pismam xweyîtîyê Qanat dike.
Qanat xwendina xwe sala 1922an dest pê dike. Wê salê bi înîsyatîva nivîskar û hinermendê kurd Ahmedê Mîrazî (Ahmedê Şewêş) li bajarê Tilbîsê ji bo zarokên kurd, dûarojê mezinan jî, dibistana kurdî tê vekirin, ku yek ji mamostayên wê Lazo bû. Qanat qutabîkê wê dibistanê bû.
Sala 1928an bi berpeyvka Erebê Şemo, Komîta Navendî ya Partîya Komûnîst a Ermenistanê 8 xortên kurd ji bo xwendinê dişîne Lênîngradê (Sankt Pêtêrbûrga niha); ji wan xortan yek Qanatê Kurdo bû.
Ji ber ku xwendina wî ya navîn ne tam bû, ew berê dikeve Fakûlta Karkeran, ya Înstîtûta Zimanên Rojhilatê ye, ku zimanê kurdî jî li wir dixwendin û piştî temamkirina wê xwendina xwe li Zanîngeha Dîrok, Felsefe, Ziman û Wêje berdewam dike. Li zanîngehê Qanat ber destê rojhilatnasên bi nav û deng Nîkolay Marr, Îosîf Orbêlî, Alêksandr Frêyman û çendekên mayîn zanîbûnên xwe di hêla îrannasîyê û kurdnasîyê de kûr dike.
Êdî sala 1933an, gava Qanat hê xwendkarê zanîngehê bû, ew bi Erebê Şemo û Îsahak Tsûkêrman ve du gotarên zanîyarî li ser pirsên zimanê kurdî çap dike. Nirxê wan gotaran, ê zanîyarî gelek mezin bû, ji ber ku cara yekemîn di kurdnasîyê û îrannasîyê de katêgorîya cinsan (qismên nêr û mê) di zimanê kurdî de (zaravê kurdmancî) dihat destnîşan kirin.
Gerek bê gotin, wekî ew gotar bi tam ser hizir û boçûnên Qanatê Kurdo hatine nivîsar. Lê ji ber ku rûsîya wî hingê ne ser rada ji bo nivîsara gotarên zanîstî bû, ew Î. Tsûkêrman ji xwe re dike heval. Erebê Şemo jî rêya weşandinê dibîne û bi vî teherî gotar bi sê navan li kovara Nivîsar û Şoriş tête weşandin.
Qanatê Kurdo wan salan bi xwendina înstîtûtê re tevayî, usan jî di Fakûlta Karkeran de mamostayê zimanê kurdî bû.
Piştî temamkirina Zanîngeha Dîrok, Felsefe, Ziman û Wêjeyê ew li Zanîngeha Lênîngradê ya dewletê çawan aspîrant (xwendkarê doktorîyê) tê hildan û têza xwe ya doktorîyê (Ph.D) bi mijara “Çêbûna kirdarên bargiran di zimanê kurdî de” sala 1941ê pawan dike û çawan doktor li Înstîtûta Êtnografîyê ya zanîyarîyê lêkolînên xwe ên kurdnasîyê didomîne.
Salên Cenga Niştimanîyê ew bi riza dilê xwe dikeve cêrgên Artêşa Sor û heta dawîya Cengê şer dike. Ji bo mêranîya di şêr de ew hêjayî ordêna ‘Stêrka Sor’ û gelek mêdalyan dibe.
Piştî ji şêr vegerê, ew li Zanîngeha Lênîngradê dibe mamostê zimanê kurdî. Çend şagirtên wî, ên wan salan (M. Rûdênko, R. Sabolov), wê dûarojê bibin kurdnasên naskirî.
Sala 1946an ew pê xwe davêje beşa Lênîngradê, ya Înstîtûta Rojhlatnasîyê û heta dawîya jîyana xwe di wê navenda rojhilatnasîyê ya bi nav û deng de kar dike.
Çiqas jî kevneşopî, tradîsyona kurdnasîyê li Rûsîya dewlemend bû, dîsan jî heta wan salan kurdnasî wek beşekî îrannasîyê dihat dîtin û zêde cîh ne didanê. Lê gava sala 1958an di destûra komara Îraqê de hinek mafên kurdan hatin naskirin, li Yekîtîya Sovêtê pirsa kurdan bi carekê ve kete rojavê, girîngîya kurdnasîyê mezin bû. Berê li Lênîngradê û Yêrêvanê, paşê jî li Moskovayê, li Înstîtût û beşên Rojhilatnasîyê parên kurdnasîyê hatin vekirin. Li Bakû, Taşkênt, Tilbîsê, Samarkand û hinek bajarên mayîn jî lêkolînên ser kurdan berfireh bûn.
28ê Sibatê sala 1959an, bi fermana serokê Beşa Lênîngradê ya Înstîtûta Rojhilatnasîyê Hovsêp Orbêlî, kurdnasîya ku heta hingê dikete nav beşa Îrannasîyê, bi navê “Kabînêta Kurdnasîyê” dibe beşekî serbixwe. Rojhilatnas û kurdnasê nav û deng, dostê gelê kurd Hovsêp Orbêlî, bi xwe dibe yekemîn serokê wê beşê. Lê piştî çend heyvan Qanatê Kurdo cîhê wî digre, ku heta dawîya jîyana xwe seroketîya wê ocaxa kurdnasîyê kir.
Profêsor Zera Ûsiv, ku niha seroka wê beşa kurdnasîyê ye li beşa Sankt Pêtêrbûrgê ya Înstîtûta Rojhilatnasîyê, dinvîse ku ew beş bi seroketîya Qanatê Kurdo “dibe navenda lêkolînên kurdî ya pêşîkêşê di seranser cihanê de.” Seva rola Qanatê Kurdo di wî karî de ew dinvîse: “Qanatê Kurdo yek ji wan kesan e ku bingehê kurdnasîyê li welêt (Yekîtîya Sovêt-T.R.) danîn.”
Pênûsa Qanatê Kurdo gelekî bi adan bû, wî sedî zêdetir pirtûk û gotarên zanîyarî çap kirin. Ew berhemên wî hema bêjî beşên kurdnasîyê gişkan hildigrin nav xwe. Lê Qanatê Kurdo berî gişkî zimanzan bû. Çawa doktor, profêsora zimanzan, Zera Ûsiv dinvîse; “Di çareserkirina pirsgirêkên rêzimana kurdî yên mezin da, Qanatê Kurdo yê yekmîn e.”.
Sala 1934an Q. Kurdo li Yêrêvanê beşdarî yekemîn konfêransa kurdnasîyê dibe û gotara “Bingehên rêzimana kurdî” dixwîne. Lê sala 1960î ew peşdarî duyemîn kongra rojhiltnasî ya navnetewî dibe (Moskva). Dûarojê ew bi gotarên ser pirsên kurdnasîyê ên cûr bi cûr beşdarî gelek konfêrans û sîmpozûman bibe.
Sala 1936an ew yekemîn pirtûka xwe, “Gramatîka/Rêzimana Zimanê Kurdî, a Kurt“, bi zimanê kurdî çap dike.
Wan salan li rûpêlên rojnama Rîya Teze çend gotarên wî ser pirsên zimanê kurdî çap dibin.
Ew usan jî ji bo dibistanên Ermenistanê pirtûkên rêzimana kurdî çap dike û ji sala 1949an dest pê kirî, heta hevberdana Yekîtîya Sovêtê zarokên kurd bi pirtûkên wî ku amade kirî fêrî rêzimana zimanê kurdî dibûn.
Sala 1957an Qanatê Kurdo pirtûka “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”, ya akadêmî, bi zimanê rûsî çap dike. Çawan Dr. Ebdirehmanî Hacî Maruf dinvîse “Bo yekem car le Sovêt û le mêjûy kurdnasî da le ser şêweyekî zanistî kitêb le barey zimanî kurdiyewe belakirayetewe, belko sereray eweş tiwanra le dû kitêbe da gelêk karî aloz û naaşkira le rêgeyekî zanistiyewe xawbikrêtewe û aşkira bikirê, wek: dozînewey nêr û mê û dabeşkirdinî naw be seryanda; xawkirdinewey hendê alozî le regî kirdar û le pêşgir û paşgir da; şêwey kirdarî (transitive) le katî rabûrdû da; hereweha gelêk meseley girîngî tir ke ta derçûnî em du berhemey mamosta Kurdo baş lêyan nakolrabûwe”.
Kurdnasê zimanzan, doktor Îsahak Tsûkêrman seva wê pirtûkê dinivîse “Serketina vê pirtûkê ew e, wekî bi şêweyekî zanîstî hatîye nivîsar. Q. Kurdo ne tenê lêkolîna zimanê kurdî kirîye, lê usan jî rêya lêkolîn û fêrbûnê destnîşan kirîye”.
Cihê wê ye ku bête gotin, wekî Qanatê Kurdo di wê pirtûka xwe de yekemîn car li Yekîtîya Sovêt şiîrên Cegerxwîn çap dike.
Çiqas jî ji sala 1944an alfabeya li ser bingeha tîpên Kîrîlî ji bo kurdên Yekîtîya Sovêtê ya fermî bû, Qanatê Kurdo sala 1952an di lêkolînên xwe ên zanîyarî da tenê alfabeya mîr Celadet Bedirxanî ya li ser bingeha tîpên Latînî bi kar tîne. Ew piştevanê wê alfabe ê bû. Bi bawarîya wî alfabe a bi tîpên kîrîlî bi zor stuyê kurdên sovêtê pêça bûn û çiwas zû ji wê rizgar bibûna, ewqas baş bû.
Ew sala 1960î “Ferhenga kurdî (kurmancî) – rûsî” çap dike, ku 34 000 peyvên kurdî hildigire nav xwe. Seva wê ferhengê zimanzan Î. Tsûkêrman dinvîse; “Mezintirîn berhema zanyarî ye di kurdnasîya Sovêtê da”.
Salên 50mîn, bi rêya kurdnasê rûsî bi nav û deng Vladîmîr Mînorskî kovar û rojnamên kurdî bi zaravê kurmancîya jêrîn (soranî) dikevin destê Qanatê Kurdo û ew dest bi fêrbûn û lêkolîna zaravê kurmancîya jêrîn (soranî) dike.
Ser bingehê lêkolîn û himberî hev kirina zaravên kurmancî û soranî ew sala 1965an, çawan têza doktorîyê (D.S.C.), berhema “Rêzimana zimanê kurdî ser bingehên zaravên kurmancî û soranî” dinvîse. Ew berhem sala 1978an ji alîyê weşanxana Akadêmîya Yekîtîya Sovêtê ya Zanîyarîyê ve bi zimanê rûsî tê çap kirin.
Qanatê Kurdo usan jî karê amadekirina ferhengên kurd-rûsî didomîne û sala 1983 bi Zera Ûsiv re “Ferhengî kurdî (soranî) – rûsî” çap dike.
Berhemên Qanatê Kurdo Rêzimana Zimanê Kurdî (kurmancî), ya Akadêmî 1957, “Rêzimana Zimanê Kurdî Ser Bingehên Zaravên Kurmancî û Soranî” 1978, “Ferhenga kurdî (kurmancî)-rûsî” 34 hezar peyv, 1960, “Ferhenga Kurdî (soranî)-Rûsî” bi Zera Ûsiv ve, 25 hezar peyv, 1983, di zimanzanîya kurdî de berhemên bingehîn (fûndamêntal) in.
Hêjayî gotinê ye, wekî piranîya pirtûk û gotarên Q. Kurdo ji alîyê Dr. Abdûrehman Hacî Maruf, Dr. Kurdistan Mukryanî, Dr. Şukriye Resûl, Profêsor Maruf Xeznedar, Dr.Cemşîd Heyderî, Dr. Îbrahîm Ezîz, Dr. Enwer Qadir Mihemed û Şukir Mistefa de bi zimanê kurdî (kurmancîya jêrîn) hatine wergerandin û li başûrî Kurdistan û Bexda çap bûne.
Sala 1957an Q. Kurdo gotara “Kurd” çap dike. Di wê gotarê de dîroka kurd û Kurdistanê bi kurtî, lê bi şêweyekî zanyarî tê raber kirin. Ev gotar ji bo nasandina gelê kurd û êtnografîya wî, gaveke hêja bû
Q. Kurdo di pirsa amadekirina kadroyên kurdnasîyê de karekî bê hempe kir. Mirov dikare bêje wî bi tenê karê zanîngehekê kirîye. Dor bîst kurdnasan bi seroketîya wî têzên xwe, ên doktorîyê amade kirine. Nav şagirdên wî de kesên ji başûr, rojhilat û rojava Kurdistanê, usan jî ji Tûrkmênistanê, Azarbaycanê, Ermenistanê û Rûsîya hebûn. Xên ji wan kesên wî bi xwe seroketî lê dikir, wî usan jî bi şêwr û şîretên xwe alî aspîrantên kurdnasên mayîn dikir. Kesên ber bi wî biçûna tu caran destevala venedigerîyan.
Bi seroketîya Q. Kurdo “Kabînêta Kurdnasîyê” li beşa Lênîngradê, ya Înstîtûta Rohilatnasîyê, ji alîyê amadekirina kadroyên kurdnasîyê de bû navenda kurdnasîyê, ya herî navdar li seranser cihanê.
Pispora dîroka gelê kurd, doktor, profêsor Yêv. Vasîlêva di derheqê karê Qanatê Kurdo yê zanyarî de dinvîse: “Dijwar e di karê profêsor Q. K. Kurdoyêv (Qanatê Kurdo) de wan problêman cihê bikî, ku ji bo wî bêtir balkêş bin. Zanîyarê bi bîrewerîya ênsîklopêdîsta, temamîya jîyana xwe da lêkolîna aloztirîn pirsên zimanê kurdî û zimanzanîyê, lê pê ra jî dîrok û dîroknûsîya kurdî ji demên lape kevn heta demên nûtir ji goveka balkêşîya wî, ya zanîyarîyê, der neman”.
Q. Kurdo baş zanibû, wekî ji bo pêşvebirina zimanê kurdî û avakirina zimanekî standart lêkolînên berfireh, ên zaravên kurdî gelek girîng in.
Ji salên 50 emîn, bi seroketîya Q. Kurdo li “Kabînêta Kurdnasîyê” dest bi lêkolîna zaravên kurdî, ên Başûr-Rojhilata Kurdistanê dibe. Di wê pirsê de bi taybetî doktor, profesor Zera Ûsiv (Yûsûpova) karekî hêja dike. Lê ji salên 80emîn Qanatê Kurdo êdî pirsa lêkolîna zimanê peykarên nivîskî datîne, bi taybetî ên bi zaravên hewramî û goranî.
Wan salan ew usan jî pirsa lêkolîna êl û hozên kurdan û amadekirina ferhenga Rûsî-Kurdî datîne.
Qanatê Kurdo karekî hêja kirîye ji bo lêkolîn û nasandina wêjeya kurdî û yekemîn gotara wî bi wê mijarê sala 1952an çap dibe. Bi gelek gotarên zanîyarî re tevayî, ew Tarîxa Edebyeta Kurdî amade dike, ku weşanxana Roja Nû bi du cildan salên 1983 û 1985î çap kirine.
Gîyanê Qanatê Kurdo bi kurdîyetîyê va tijî bû, kurdîyetî ji wî dibarî! Ew ji bo wî “nexweşîke înfêksyon” bû û ew “nexweşî” pir lez ji wî derbasî xelkên dorê, şagird, dost û hevalên wî dibû.
Şayîrê bi nav û deng, Ebdela Peşêw seva Qanatê Kurdo dinvise; “Mamosta Qanatî Kurdo yekêke le pyawe herre mezinekanî kurd. Çi wek kesayetî, çi wek zana, çi wek niştimanperwarekî Kurdistanî, cêpencey be ser dîroknamewe diyare û ta bê zêtirîş derdekewê.” Ebdela Pêşew berdewam dike:
“Her li yekem hevdîtin da germîyek kewte nêwanmanewe, eger çî min le hemû rûwêkewe hemîşe xom be şagirdêkî ew dezanî û îstaş her heman hestim heye.
Ew “Şoreşger” nebû, bellam xetertirîn sengerî hellbijardibû: Sengerî berxodanî gîyanî, sengerî parastinî nasname”.
Q. Kurdo piştevanê nasiyonalîzma kurdan bû bi xwebêja vê peyvêye pêşverû. Wan salan li dewleteke wek Yekîtîya Sovêtê, nasîyonalîzma usa mêranî dixwest û Qanatê Kurdo xwedîyê wê mêranîyê bû.
Sîyasetmedarê kurd Hemreşê Reşo dinivîse: “Qanatê Kurdo mirovekî yekcar welatparêz bû. Ji bo wî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li ser her raman û bîrûbawerîyekê re dihat. Ew dilsozê yekîtîya kurdan bû. Wî di yekîtîya kurdan de rizgarîya gelê Kurd û Kurdistanê didît”.
Li sala 1961ê gotarên Qanatê Kurdo di kovar û rojnamên kurdî yên dervayî Yekîtîya Sovêt de çap dibin. Ev yek jî ne karê her kesî bû.
Dostanîke wî ya baş bi mezinên kurda Mistefa Barzanî, Cegerxwîn û Kamûran Berdixan re hebû.
Piştî peymana 11ê Adarê sala 1970î, li Îraqê Akadêmîya Kurdî (Korî Zanîyarî Kurd) tê damezirandin. Q. Kurdo yekemîn zanîyarê ji Îraqê der bû, ku çawan endemê wê yê karê hate hilbijartin. Wan salan usan jî li Silêmanîyê Zanîngeha kurdî vebû û ji bo xwendina kûrseke ser zimanê kurdî Q. Kurdo vexwendin Silêmanîyê.
Gelekî şa bibû, armanca wî ya salan, ku di zanîngeheke kurdî de ser zimanê kurdî kûrsekê bixwîne, pêk dihat. Demeke dirêj xwe amade dikir. Lê berî çend rojan, wekî gerek biçûya, jê ra gotin, wekî destûra çûyîna wî nedane. Wî zanibû, wekî ji bo kurdperwarîya wî rê nedanê here Kurdistanê û ew yek ji bo wî derbeke pir giran bû. Wî, ku heta hingê tu caran cigare hilnedida destê xwe, dest bi kişandina cigarê kir. Çend meha usa di xwe de ponijî bû, kêm dipeyivî, kêm di cîya de diçû. Teherekî ketibû xudîkê.
Wan rojan wî ji min re usan jî got, wekî piştî Cengê Cihanî yê Duyemîn, gava artêşa Yekîtîya Sovêtê li rojhilata Kurdistanê bû, wî pir dixwest ji bo berevkirina matêrîyalên ser zimanê kurdî here Kurdistanê. Lê hingê jî rê dane çend kesên mayîn, lê nadine wî.
Qanatê Kurdo komûnîst bû û wî yekemîn armanca xwe çawan komûnîst di xizmetkirina gelê kurd, yek ji bindesttirîn gelên li rûbarê cihanê de didît.
Bîranînke wî pir balkêş bû. Piştî Şorişa 14ê Temûzê sal 1958an li Îraqê, kome kurdên başûr çawan aspîrant (xwendekarên doktorîyê) têne Yekîtîya Sovîêt û berî gişkî Qanatê Kurdo ziyaret dikin. Piştî civîna wan temam dibe û ew ji bal Q. Kurdo derdikevin, yek ji wan bi şûn ve tê û ji Q. Kurdo re dibêje:
“Mamosta, ew gişk nasîyonalîst in, tenê ez im komûnîst.”
Q. Kurdo bersiva wî bi kurt dide:
” Ez jî nasîyonalîst im.”
Q. Kurdo di meydana kurdnasîyê da xebatkarekî bê westan bû. Wî tu caran di pirsa kurdan de bi tu kesî re serî danenî. Di temamîya jîyana xwe de ji bo parastina berjewendîyên gelê kurd, ziman, dîrok û çanda gelê kurd bi mêranê xebat kir.
Çi rojhilatnasên nav û deng, çi kurdnasên wek O. Vîlçêvskî, Î. Tsûkêrman, G. Akopov û yên mayîn, eger di pirsên kurdnasîyê de şaşî bikirana, dijî berjewendîya gelê kurd binvîsîyana, gişka zanibû, wekî tenê Q. Kurdo ye, wekî wê wan şaşîyan derxe meydanê û rexne bike.
Qanatê Kurdo dor 50 salî bi mêranî rastîya ziman, dîrok, wêje û çanda gelê kurd parast.
Ji bo wê xebata wî sal bi sal jimara xêrnexwazên wî zêde dibû, li pêş wî gelek asêgeh çê dikirin, bi her teherî dixwastin wî hêrs bikin, jîyana wî jehrdadayî bikin. Gelekan dixwast wî zanîyar û kurdperwarê mezin şikestî bibînin, wî bînine rayê, lê ji tu kesî re ew yek li hev nehat.
Sala 1984an, ji bo 75 salîya jidayîkbûyîna Q. Kurdo li beşa Lênîngradê, ya Înstîtûta Rojhilatnasyê AZ ya Yekîtîya Sovetê civîneke pîrozbahiyê ya mezin hat bi dar xistin. Rojhilatnasên bi nav û deng, heval û hogirên wî ên salên dirêj, bi dilgermî ew pîroz dikirin, kar û berhemên wî carekê jî dinirxandin. Lê gava dora wî hat û gişk bendê bûn wê spasîyên xwe bêje, wî bi tûndî seroketîya Înstîtûta Rojhilatnasîyê rexne kir, wekî baş guh nadin pişka kurdnasîyê, kadroyên kurdnas ên nû amade nakin, wekî Yekîtîya Sovêtê di sîyaseta navnetewî de giranîyê nade rewşa gelê kurdê bindest.
Ez dixwezim li vir bûyarekê jî bîr bînim. Payîza sala 1963an min ji wî re têlêfon kir û got, wekî me li Yêrêvanê komela xwendkarên kurd bi nehînî ava kirîye. Pir şa bû. Wî ji min re got, wekî wê baş bibe em kovarekê jî çap bikin, bi xwe wê ji me re binvîse. Gelek mirovên hevçaxên wî, piranîya rewşenbirên kurda xwe dûrî me digirtin, ditirsyan, ji me re digotin tiştên usa nekin. Lê tirsa Qanatê Kurdo tunebû.
Qanatê Kurdo mirovekî bînfireh û nefsbiçûk bû, bi zara re zar bû, bi mezina re mezin. Di pêwendîyên xwe de pir vekirî bû, çi di dilê wî de hebû, ew jî ser zarê wî bû.
Ji her çar perçên Kurdistanê, ji komarên Yekîtîya Sovêt, ji Avropa, bi sedan name ji wî re dihatin û wî tu name bê bersiv nedihîşt, xwedîyê namê kî dibû, bira bibûya.
Xwendekarên kurd ji her çar parçên Kurdistanê ku li Lenîngradê dixwendin, tim caran dibûn mêvanê wî, ew jî carna diçû jûrên wan ê biçûk. Û ew mêvandarî tu caran bê stran û govend ne dibûn. Wî bi xwe govend digirt û distra.
Di xeysetê wî de zarotî heta dawîyê jî ma. Ji her tiştî bawer dikir, bi her gotineke baş şa dibû. Her tiştê di dilê wî de ser dêmê wî nivîsar bû, nikaribû ne şabûn, ne hêrs, ne jî dilmayîna xwe veşêre.
Wî ji xortan hiz dikir. Bi mirovên hevçaxê xwe re sebra wî ne dihat. Lewma jî li dora wî timê xort bûn. Bi wan re şa dibû, bi wan re distira, bi wan re govend digirt.
Xarin pir germ dixwar, çay hema kelekel vedixwar. Qey bêjî di temamîya jîyana xwe de dilezand, ditirsiya tiştekî pê re negihîne. Rêvaçûna wî jî bi lez bû.
Navê kaltîyê tu caran ne dianî ser xwe.
Seva wî mal, hebûn, dirav, tu nirxên wan tune bûn.
Gava ew ji Cengê Cihanî yê Duyemîn vedigere, Akadêmîya Artêşa Sovêtê wî dawet dikin û dibêjin were ji me re kar bike, em ê xanî bidine te (xanîyê wî dema cengê wêran bibû) û mehê pênc hezar rûbil mûçe (maaş) bidine te. Lê dibêjin tu gerek terka kurdnasiyê bidî. Ew berpeyvka wan napejirîne, ji ber ku zane wekî bêyî kurdnasî nikare bijî. Û bi mûçê mehê hezar hevsid rûbil (dewsa pênc hezaran), di jûreke xanîkî de karê xweyî kurdnasîyê berdewam dike.
Ew bengîyê karê xwe bû. Berbanga zû ji xewê radibû. Radibû, ser çavên xwe dişûştin û dest bi karê xwe dikir. Paşê, hela neferên malê di xewê de bûn, ji xwe re taştê çêdikir, dixwar û dîsan karê xwe didomand.
Dema bi karê xwe ve mijûl bû, te bombe jî li kêleka wî biteqanda, texmîn ne dikir, serê xwe bilind ne dikir.
Di navbera min û wî de pêwendîyên taybetî hebûn. Havîna sala 1955an wî çend şiîrên Cegerxwîn li ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin û ji min xwest, wekî heta hatina wî (piştî du heyva), ez wan ezber bikim. Hingê bawar bikî ji kurdên Sovêtê tenê çend kesan navê Cegerxwîn bihîstibûn, îcar ku ma şiîrên wî bixwînin.
Ew nivîsarên kurdî yên bi tîpên latînî, yên yekemîn bûn ku ketin destê min. Bi wan şiîrên Cegerxwîn ez fêrî kurdîya bi tîpên latînî bûm. Wan şiîra ber min rêya kurd û Kurdistanê vekir. Heta niha jî ez wan pelên kaxezê wan êdî zer bûyî, wek niviştên pîroz diparêzim.
Cara yekemîn sala 1955an wî ez bi xwe re birim Lênîngradê. Lê ji sala 1959an dest pê kirî heta ew xweş bû, sal tune bû, wekî ez qet na carekê neçûma mêvanîya wî.
Sohbetên me pir carana heta nîvê şevê didomiyan.
Ji dostanîya wan salên dirêj min tîştek bal wî texmîn kir; te dikaribû her kes û her tişt rexne bikira, tenê ne Mistefa Barzanî û Cegerxwîn. Wî bi tam bawarîya xwe van herdu mezinên kurda dianî, di her pirsê de piştgirtina wan dikir.
Havîna sala 1984an bizîşka bal wî şêrpence (kansêr) dîtin. Gotibû heta Tosin neyê, ez destûra niştegerîyê (emelîyetê) nadim. Ez ber serê wî bûm gava niştegerî kirin. Lê wê jî alî nekir, 31ê Cotmehê (Oktobir) sala 1985an dilê wî mirovê mezin, kurdnasê bi nav û deng rawestîya, wî kiras guhêrî.
Qanatê Kurdo ji gelê xwe re mîrateke mezin hîşt; dor bîst kadroyên kurdnasîyê, navendeke kurdnasîyê, ku seranser cihanê hatîye naskirin, sedî zêdetir pirtûk û gotarên zanîyarîyê. Lê ji ber ku baştirîn pirtûk û gotarên wî, ên zimanzanîyê bi zimanê rûsî çap bûne, heta gelek zimanzanên kurd jî agaha wan pê tune.
Rast e piranîya berhemên wî bi kurmancîya jêrin hatine wergerandin û weşandin, lê bi kurmancîya jorîn, ku piranîya berhemên Q. Kurdo ser rêzimana wî zaravî ne, kêm tişt hatîye çap kirin.
Çend berhemên wî jî; “Lêkolîna zaza“, “Dîroka kurdnasîya Rûsîya û Yekîtîya Sovêt“, “Êzdîxane û Êzdîtî“, “Niviştokên lêgerîna folklora kurdî” û hinekên mayîn hê jî çap ne bûne. Piştî hevberdana Yekîtîya Sovêtê îmkanên çap kirinê neman.
Baştirîn rêya rêz girtinê ji bo zanîyaran, çapkirina berhemên wan e. Em hêvîdarin Hukumata Herêma Kurdistan, Korî Zanîyarî Kurditan, zanîngehên Kurdistanê û weşanxanên kurdî wê îmkanên çapkirina van berhemên Qanatê Kurdo bibînin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder